Bavê şehîd Hemze: Zavayê me îro bû şehîd

Ji nav şehîdên êrişa li dijî navçeya Til Rifetê welatiyê bi navê Hemze Brîm e ku îro amadekariyên dawata xwe dikir, lê şehîd bû. Bavê wî got: “Zavayê me îro bû şehîd.”

Bavê şehîd Hemze: Zavayê me îro bû şehîd
24 tebax, 2022   15:36
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirkeke xwekuj êrişî navçeya Til Rifetê kir û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 7 din jî birîndar bûn.

Îro derdora saet di 10:00`an de balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker sûka navçeya Til Rifetê ya tijî şênî kir hedef. Ev xuya dike ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef da ku wan bitirsîne û koçber bike.

Welatiyê bi navê Hemze Brîm li sûkê bû û amadekariyên dawata xwe dikir, erebeya xwe dixemiland. Lê di encama êrişa balafira xwekuj de şehîd bû.

/ar/uploads/files/2022/08/24/151011_ibrahym-brym.webp

Bavê şehîd Hemze, Îbrahîm Birîm ji cihê êrişê ji ajansa me re axivî û got: “Vê sibê em li ser sofrê rûniştin û me taştê xwe. Hemze ji min re got dê biçe erebeyê bişo û bixemlîne. Lê min jê xwe ku ecele neke, hîna zû ye. Lê îsrar kir û çû da ku erebeyê bişo.”

Îbrahîm Brîm wiha domand: “Piştî demeke kurt, me dengek bihîst. Di wê kêliyê de pê hesiyam ku tiştek bi kurê min hatiye. Yekser ji mal derketim û bezim cihê bûyerê. Min nizanî çû bûye, tenê xwîn li her derê bû.”

Îbrahîm Brîm wiha pê de çû: “Dema gihaştim wir, yekser min pirsa kurê xwe kir. Lê kesekî nizanî çi pê hatiye. Wê demê min hevalê wî dît, bezîm çûm cem wî, min jê pirs kir ka çi bi Hemze hatiye, got ew birine nexweşxaneya Til Rifetê û rûyê wî tijî xwîn bû. Ez şok bûm.”

Îbrahîm Brîm got: “Îro dawata wî bû, me amadekariyên dawatê dikir. Lê qedera wî bû ku şehîd be û nebe zava.”

Îbrahîm Brîm destnîşan kir ku çendîn artêşa Tirk êrişên xwe li dijî wan zêde bike, ew ji Til Rifetê dernakevin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Çi dike bila bike, em ji hovîtiya wê natirsin. Berovajî wê, ev hovîtî, îsrara me ya mayînê zêde dike. Em ji vir dernakevin heta vedigerin Efrînê.”

Îbrahîm Brîm soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Heta ez jî şehîd bibim, ez ji Til Rifetê dernakevim. Em ê li vir li ber xwe bidin ta ku Efrîn rizgar dibe. Em ê rêya şehîdên xwe bernedin û armancên wan pêk bînin.”

(dm)

ANHA