Polîsên Tirk li 3 bajarên Bakur 20 kes destgîr kirin – NÛ BÛ

Polîsên Tirk vê sibehê avêtin ser gelek malên li Amed, Edene û Colemêrgê û herî kêm 20 kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk li 3 bajarên Bakur 20 kes destgîr kirin – NÛ BÛ
13 tebax, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopoyamyayê, li navçeyên Peyas, Yenîşehîr, Bismil û Farqînê yên Amedê polîsan vê sibehê bi ser gelek malan de girt. Li Taxa Huzurevlerî ya Peyasê Muhsîn Acar û Dîlan Katal hatin destgîrkirin. Li taxên Ferîdûn û Baglarê yên Farqînê jî polîsan bi ser malan de girt û Abdullah Arşîmet, Abbas Nakçî û Bariş Nakçî kirin destgîran. Hat ragihandin ku polîsan li Abbas Nakçî daye û wî bi cilên wî yên xwîn birine emniyete.

Her wiha di serdegirtina li Amedê de Berdan Çelîk jî hat destgîrkirin. Sedema destgîrkirinê nehat zanîn û destgîrkiriyan birin midûriyetên polîsan ên Peyas û Farqînê.

HUNERMEND RÊNCBER AGIRÎ HAT DESTGÎRKIRIN

Polîsan li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi ser mala hunermendê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê Rêncber Agirî de girtin û ew destgîr kirin. Sedem destgîrkirina hunermend Rênçber nehat zanîn û wî birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Li navçeya Bismilê ya Amedê polîsan ber destê sibê avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de Ejder Dag, Sabahattî Gokalp, Nahşî Bûlût û Hasan Kayaalp hatin destgîrkirin.

Hat hînbûn ku kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Polîsan a Bismilê.

Li Edeneyê jî polîsan avêt ser malan û herî kêm 9 kes kirin destgîran. Her 9 kes li Midûriyeta Polîsan tên ragirtin. Navên 2 kesê hat zanîn wiha ne: Mahabad Bugdayci, Îbrahîm Dogan.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Navendî yê Colemêrgê Hasan Ozek jî duh bi şev li mala xwe hat destgîrkirin. Ozek birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. Hat zanîn ku biryara veşarî li serdosyeya Ozek e û biryara 24 saet sînordarkirina hevdîtina parêzeran hatiye derxistin.