​​​​​​​Di 24 saetên dawîn de çekdarên nenas li dijî hêzên hikumeta Şamê 5 êriş pêk anîn

Ruxmî “lihevhatinên” hikumeta Şamê jî, tevliheviya ewlehiyê li Derayê didome. Di 24 saetên dawîn de çekdarên nenas êrişî 5 baregeh û bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê kirin.

​​​​​​​Di 24 saetên dawîn de çekdarên nenas li dijî hêzên hikumeta Şamê 5 êriş pêk anîn
13 tebax, 2022   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas bi çekên giran êrişî bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê li derdora bajarokê Sehwe yê rojhilatê Derayê kir.

Li aliyê din, çekdarên nenas bi çekên sivik êrişî avahiya Şaredariya Teshîl ê rojavayê Derayê kir ku tê de avahiya endamên “ewlehiya leşkerî” hebûn. Agahiyên li ser zirarên canî nehatin bidestxistin.

Di çend saetan de ew êrişa 5`an a li dijî baregeh û bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Derayê bû.

SOHR`ê duh jî destnîşan kiribû ku çekdarên nenas bi çekên navîn êrişî benda kontrolê ya Firqeya 15`an a hêzên hikumeta Şamê ya nêzî pira bajarokê Seyda yê başûrê Derayê kiriye. Hemwextî wê jî êrişeke li dijî benda kontrolê ya nexweşxaneyê pêk hatibû.

Çekdarên xwecih her wiha bi çekên sivik û bombeyên RBG êrişî benda kontrolê ya girêdayî îstixbarata hewayî ya li çerxerêya bajarokê Misêfirê yê rojahilatê Derayê kir, lê agahiyên li ser zirarên canî bi dest neketin.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 340 êriş pêk hatine, di encamê de 289 kes hatine kuştin, ji wan 140 sivîl, di nav de 4 jin û 5 zarok. 124 leşkerên girêdayî hêzên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê, endamên “lihevhatinan”, 14 çekdarên berê yên “lihevhatin” pêk anîne û piştre tev li tu aliyên leşjkerî nebûne, endamekî berê yê DAIŞ`ê, 7 kesên nasnameya wan nayê zanîn û 3 endamên Feyleqa 5`an û çekdarên alîgirên Rûsyayê.

(cx)