Rojnameyên erebî: Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê xwepêşandanên li dijî Tirkiyê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine besha xwepêşandanên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, aloziya siyasî ya Iraqê û rewşa Tûnisê kirin.

Rojnameyên erebî: Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê xwepêşandanên li dijî Tirkiyê
13 tebax, 2022   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI HERÊMÊN OPOZÎSYONÊ LI HEMBER HELWESTA TIRKIYÊ XWEPÊŞANDAN DERKETIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: “Bi sernavên 'Lihevhatin nîn e' û 'Em ê tune bibin lê Esed me hikum nake' bi hezaran sûrî li piraniya bajar û bajarokên bakur û bakur rojavayê Sûriyê yên di bin serweriya opozîsyonê de derketin xwepêşandanan. Xwepêşandan li dijî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêk hatin ku sala borî hevdîtin bi hempîşeyê xwe yê Sûriyê Feysel Mîqdad re kiribû û behsa lihevhatina rejîmê û opozîsyonê bi piştevaniya Tirkiyê kiribû.

Li Qada Saetê û qadên din ên naverasta bajarê Idlibê, bajarên Cisir Şixûr, Erîha, Harim, Seqlîn, Sermede, Dana, Atme, Meret Misrên, Beniş, Kellî û Hezano bi hezaran sivîlan xwepêşandan kirin. Tê de alên şoreşa Sûriyê û pankartên li dijî daxuyaniyên Çawişoglu rakirin. Xwepêşandêrên bi hêrs li kolanên bajaran û sûkan beriyan û heta ber bi baregeha Tirkiyê ya li herêma Mestûma ya başûrê Idlibê ve çûn. Xwepêşandêran bê navber slogan berz kirin û bang li Tirkiyê kirin ku dev ji daxuyaniyên provokatîf an hewldanên lihevhatina bi rejîma Sûriyê re berdin.

Di heman demê de, li bajarên Ezaz, Bab, Rayî, Seco, Beza, Dabiq, Cindirêsê, Efrîn, Exterîn û Cerablus ku herêmên operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Helebê ne, xwepêşandanên girseyî pêk hatin. Xwepêşandêran dirûşmên piştevaniya şoreşa Sûriyê berz kirin, alên Tirkiyê ji ser banan daxistin û ji ser bendên kontrolê û baregehên komên opozîsyonê yên ser bi Tirkiyê ve rakirin. Di heman demê de tekez kir ku ew girêdayî rêgezên şoreşê ne ku armanc jê hilweşandina rejîma Sûriyê ye, her wiha girêdayî çareseriya siyasî li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an in.”

‘ALIYÊN DIJBER ÊN ŞÎE XETEREYÊN XWESPARTINA XWEPÊŞANDANAN BIÇÛK DIBÎNIN’

Têêkildarî kar û barên Iraqê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Çarçoveya Hemahengiyê bang li alîgirên xwe kir yên ku roja înê li Bexdayê û hejmareke parêzgehên Iraqê xwepêşdanan kirin, ku li têketina Herêma Kesk xwepêşandanekê li bikin. Hemwextî wê xwepêşandanên alîgirên Sedr ji beriya du hefteyan ve li derdora parlamentoya Iraqê didomin.

Her du aliyên şîe (Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê) ji Tîrmeha borî ve li ser xebatên siyasî bi nakok in. Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr banga jihevxistina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kiribû.

Çarçoveya Hemahengiyê jî şertên Sedr red dike û banga dewamkirina karê parlamentoyê û avakirina hikumeteke nû dike.

Êvara înê, Çarçoveya Hemahengiyê ragihand ku li derdora Herêma Kesk dê xwepêşandaneke vekirî dest pê bikin, ji bo bidawîanîna wan hin şert danîn, ji wan avakirina hikumeteke xizmetê ya nîştimanî û xwedî hemû mafan li gorî destûrê. Her wiha bang li hêzên siysî, nexasim aliyên kurdî kir ku dosyaya serokkomariyê çareser bikin.

Serokê Meclisa Nûneran jî banga bidawîkirina rawestandina xebatê meclisê, valakirina meclisê û ji nû ve aktîfkirina wê kir.

Ji ber serdegirtina alîgirên Sedr bi ser meclisê de, serokê meclisê Mihemed Helbûsî mecbûr mabû xebatên parlamentoyê taloq bike.

Çavdêr, xwespartina her du aliyan li kolanê, biçûkdîtina îstiqrara Iraqê dihesibînin û dibînin ku dibe ev lîstoka ku diyar e dê demeke nêz bi dawî nebe, dê veguhere şerê şîe-şîeyan.”

‘TÛNIS: TERORÎST PIŞTEVANIYA ÎXWANAN DIKIN’

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Tûnisê wiha nivîsand: “Li Tûnisê careke din teror derdikeve pêş. Ev yek bi rêya şer di navbera artêşê û endamên radîkal de pêk tê. Çavdêr dibînin ku derketineke muhtemel a komên terorîst bi têkçûna Îxwanan a piştî hilweşîna projeya wan a ketina saziyên dewletê ve girê didin.

Berdevkê Wezareta Parastinê Mihemed Zekî duh ragihand ku li Cebel Selûm ê parêzgeha Qesrên, komeke leşkerî bi endamên terorîst re pev ketiye û hin terorîst birîndar kiriye. Her wiha destnîşan kir ku 2 leşker jî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya leşkerî.

Li wîlayeta Mehdiyê ya li rojhilatê Tûnisê jî, hêzên li dijî terorê 2 endamên tundraw ên di warê leşkerkirin û propagandaya rêxistineke terorîst de kar dikirin, hatin destgîrkirin.

Di 26`ê Adarê de jî, berdevkê Heres Wetenî Husamedîn Cibalî ragihand ku li welat 148 şaneyên terorîst hatine eşkerekirin.”

(cx)