​​​​​​​Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk

Li gelek herêmên Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, xwepêşandan pêk hatin. Xwepêşandêran alên dewleta Tirk şewitandin û lihevhatina bi hikumeta Şamê re red kir.

​​​​​​​Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk
12 tebax, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma "Hilweşe Tirkiye û hilweşe rejîm" li gelek herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin wekî Ezaz, Cerablus, Marê, Rayî, Bab, Soran, Ihtîmlat, Serêkaniyê ya gundewarên Girê Spî û Idlibê, xwepêşdanên girseyî pêk hatin. Xwepêşandan li diijî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêk hatin ku gotibû divê em opozîsyonê û rejîmê li hev bînin.

Çalakvanên medyayê jî bi rêya malperên medyaya civakî banga lidarxistina xwepêşandanan roja înê (îro) kirin da ku helwesta nû ya dewleta Tirk şermezar bikin û lihevanînê red bikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li Ezazê ya bakurê Helebê xwepêşandêr ketin avahiya Gerînendetiya Ewlehiyê ya li bajêr û berê xwe da avahiya “Meclisa Herêmî”, her wiha ala Tirkiyê daxistin û şewitandin. Li kêleka wê jî xwepêşandêran bang kir ku tevahî alên dewleta Tirk ên li herêmên di bin serweriya çeteyan de werin daxistin. Xwepêşandêran nehişt karwanekî dewleta Tirk di ser rêya Efrîn-Ezazê re derbas bibe û bikeve Ezazê.

Li ser dîwaran jî nivîsên mîna "Hilweşe Tirkiye û hilweşe rejîm" hatin nivîsandin.

Mevlut Çavuşoglu eşkere kiribû ku di civîneke Cotmeha par de li paytexta Sirbistanê Belgradê hatibû hevdîtineke kurt bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad re kiriye.

Çavuşoglu gotibû Pûtîn ji zû de ji dewleta Tirk re pêşniyar kir ku têkiliyê bi Beşar Esed re deyne û gotibû: "Pûtîn û rayedarên Rûsyayê ji zû de ji me re got ka em we û rejîmê bigihînin hev. Lê hevdîtinên di navbera saziya îstîxbarata her du welatan de hebû. Niha jî careke din dosyayên girîng di van civînan de tên nîqaşkirin."

(fr)