Ode û yekitî jî amadekariya rewşa awarte dikin

Ode û yekitiyên girêdayî TEV-DEM`ê di çarçoveya rewşa awarte de ku li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker hatiye ragihandin, amadekariyên xwe dikin.

Ode û yekitî jî amadekariya rewşa awarte dikin
12 tebax, 2022   05:42
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, li herêmê bi awayekî berbiçav amadekarî tên kirin. Endamên komînên taxan û saziyên Rêveberiya Xweser jî di nava liv û tevgerê de ne.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yekemîn tevger e ku birêxistinbûna civakê ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji têkoşîna xwe re kiriye bingeh. Di nava TEV-DEM`ê de 27 yekitî, rêxistin, sazî û komele hene. Her yekitiyek amadekariyên di çarçoveya rewşa awarte de dike.

Ode û yekitî bi perwerdeyên destwerdana lezgîn dest bi plansaziya xwe ya rewşa awarte kir, ev yek jî ji aliyê Yekitiya Karmendên Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ve pêk tê. Hevserokê wê Mazin El Şêx diyar kir ku ew bi armanca xurtkirin endaman di milê destwerdana lezgîn û dermankirina birîndaran de van perwerdeyan pêşkêş dikin.

DERXISTINA GIRÛPEKÊ JI BO TEDAWÎKIRINA GAZIYAN

El Şêx wiha got: “Di dema êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê de xuya kir ku her kes bi hacetî fêrbûna destwerdana lezgîn e, gelek lawazî di xelaskirina birîndaran derketin. Vê yekê dihişt ku gelek birîndar şehîd bibin.”

Mazin El Şêx da zanîn ku ew ê ne tenê li ser Qamişloyê perwerdeyan bidin, di rojên bê de li Hesekê û Dêrik û bi awayekî giştî jî herêma Cizîrê bi rêxistin bikin û li ser bernameyê wiha got: “Di wan perwerdeyan de 20-30 kesî amade dibin, ji wan jî em ê çend kesan hilbijêrin da ku di pêşerojê de em perwerdeyeke pêşketîtir ji wan re bi rêxistin bikin da ku di dema êrişan de li nexweşxaneyan cihê xwe bigirin.”

AMADEKIRINA MAKÎNEYÊN CUDA

Li aliyeke din Odeya Sînaa jî ku di nava xwe de 3 yekitiyan dihewîne, amadekariyan dike. Endamê Rêveberiya Odeya Sînaa ya Kantona Qamişloyê Ezam Ehmed got wan ji bo tedbîrên di rewşeke şer de di mile bûyerên mîna xerabûna erebeyan, kolandina deverên pêwîst û karkirina kargehên xwarinê de amadekarî kirin.

Ezam Ehmed got: “Bi dehan trêks, bagir û qelabe li herêma Cizîrê di seferberiyê de ne, endamên Yekitiya Sînaa jî ji bo çeksazkirina erebeyan di dema êrişan de xwe amade kirine, bi rêbazê danîna xalan li ser rêyan, li gund, navçe û bajaran.”

Ehmed destnîşan kir ku kargehên madeyên xwarinê jî di çarçoveya rewşa heyî de amade ne û got: “Ji sedî 50 kargehên li herêmê ji bo berhemdayînê hazir in.”

BIRYARA ÇÊKIRINA PARÊN XWARINÊ

Di demekê de ku gel biryara berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker daye, pêwîstiyeke herî girîng jî xwarin û vexwarin e.

Hevseroka Odeya Bazirganiyê ya Kantona Qamişloyê Şêrîn Omer jî got: “Bazirgan bi me re alîkar in, welatparêz in û li civaka xwe jî xwedî derdikevin. Di vê rewşê de jî dê bi me re alîkar bin.”

Şêrîn wiha eşkere kir: “Komîteya ku hatiye birêxistinkirin, ji Yekitiya Sûka Halê û bazirganên madeyên xwarinê pêk tê. Wê di demeke pêwîst de, ji aliyê van bazirganan ve parên xwarinê mîna şekir, zeyt, birinc û hwd bên amadekirin.”

ANHA