​​​​​​​' Em dev ji axa xwe bernadin'

Şêniyên gundên Sêgirka û taxa Çirnikê yên Qamişlo diyar kirin ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û gotin ew dev ji ax û mala xwe bernadin.

​​​​​​​' Em dev ji axa xwe bernadin'
9 tebax, 2022   17:54
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe li dijî gund û bajarên seranserî sînorên di navbera Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde kir.

Artêşa Tirk a dagirker bi topan, gundên Sêgirka û taxa Cirnik a rojhilatê bajarê Qamişlo topbaran kir. Di encamê de gelek welatî birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne; Helebce Reşîd (33), Arîn Ebdulezîz El-Hesen (38), Mihemed Salih (12), Mîran Selah (13), Îlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16).

Di kêliyên topbaranê de, kameraya ajansa me nêrînên welatiyan girt. Welatiyan destnîşan kir ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.

`EM Ê WÊ JI ÊRIŞAN BIPARÊZIN`

Kalemêrê 55 salî çek daye ser milê xwe û li kolanên taxa Cirnikê digre, got:  ''Em li vir in taxa xwe diparêzin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xaka biparêzin. Her yek ji me çek rakir da ku mal û taxa xwe biparêze. Em hemû hevkariya hev du dikin. Bi hev re em xwe diparêzin ji van êrişan.”

`ERDOGAN NIKARE ME JI AXA ME DUR BIXE`

Dema şopandina topbarana li taxa Sêgirka de welatiyekî ji taxê ji ajansa me re axivî û bang li welatiyan kir ku ji komployên dewleta Tirk hişyar bin û axa xwe bernedin.

Welatî wiha berdewam kir: “Her çiqas dijmin êrişên xwe li dijî me zêde bike. Em dev ji ax û mala xwe bernadin. Bi dehan salan em xebitîn da ku malekê li ser axa xwe ava bikin. Ji ber wê Erdogan nikare me ji axa me dûr bixe. Em ji êrişên wî natirsin. ''

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku piştî civîna sêalî ya di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de ku di 19`ê Tîrmehê de li Tehranê li dar ketiye û civîna Soçiyê di navber Tirkiyê û Rûsya de ku di 5`ê Tebaxê de li dar ketiye, asta êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de zêde bû.

(şx)

ANHA