​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê aliyên têkildar xeteriya mezin a Tirkiyê nas bike û rê li ber bigire

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  got, armanca dewleta Tirk van êrişên domdar ew e ku qada dagirkeriya xwe bifireh bike û desteka manewî ya mezin bide DAIŞ'ê. Rêveberiya Xweser bang li aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin, xeteriya mezin a Tirkiyê ya li ser Sûriyê nas bikin û rê li ber bigirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê aliyên têkildar xeteriya mezin a Tirkiyê nas bike û rê li ber bigire
9 tebax, 2022   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerekî rasterast li dijî tevahî Sûriyê de tê kirin.  Rêveberiya Xweser got: " Berdewama vê xeta dijminane bê guman wê rastî berxwedana yekbûyî ya gelê me were, gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li ber xwe bide da ku herêmê, sazî û destkeftiyên biparêzin."

''Li gel gefên pêkanîna êrişên leşkerî û ruxmî ku civîn bi Tirkiyê re hatin lidarxistin, ku teqez kir ku çareseriya leşkerî napejirîne, lê li beramberî wê em dibînin ku bi awayekî plankirî êrişn rasterast li ser herêmên me pêk tîne. Bi balafirên bê mirov ên bi çek herêmên tijîe şênî dike hedef. Di encamê de sivîl şehîd dibin, binsaziya herêmê wêran dibe.  Li hemberî van êrişan bêdengiyeke navneteweyî heye, nemaze ji aliyê hêzên garantor ên agirbestê yên ku zêdegaviyên leşkerî yn Tirkiyê red dikin ve. Ev yek herêmê ber bi rageşiyê û derbekirina ewlehî û îstiqrara herêmê bi giştî ve dibe.

Di demekê de ku em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişên Tirkiyê red dikin, em diyar dikin ku êrişa îro ya li ser Qamişlo û gundên Amûdê û êrişa beriya wê bi çend rojan a li ser herêma Sînaa ya bajarê Qamişlo, her wiha êrişên bi balafirên bê mirov ên Tirkiyê di çarçoveya şerekî rasterast li dijî me û li dijî tevahî Sûriyê de tê kirin. Bêdengiya ji aliyê Rûsya, koalîsyon û hêzên din ên aktîv ên li Sûriyê yên li hemberî van êrişan cihê gumanan çê dike ku lihevkirinên veşartî hene, ev nîşaneyeke gelekî xeter e ku dê rageşiyê mezintir bike.

Em bangeke lezgîn li hemû aliyên têkildar dikin ku destwerdanê bikin û rê li ber êrişên Tirkiyê bigirin û xeteriya mezin a Tirkiyê ya li ser Sûriyê bizanibin. Em diyar kirin ku berdewama van êrişan li ser bajar û li dijî gelên me û herêmên me karekî provokatîf e, armanc jê ew e ku qada dagirkeriya Tirk were berfirehkirin. Ji wê zêdetir destekeke mezin a manewî dide DAIŞ, şaneyên wê komên çete yên girêdayî Tirkiyê ku Sûriyê wêran dike û gelên wê qir dike. Berdewama vê xeta dijminane bê guman wê rastî berxwedana yekbûyî ya gelê me were, gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li ber xwe bide da ku herêmê, sazî û destkeftiyên biparêzin."

ANHA