Birîndarên topbarana artêşa Tirk: Em li mal û li ser karê xwe birîndar bûn

Birîndarên êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li nexweşxaneyên Qamişlo û Amûdê hatin tedawîkirin, bûyer vegotin.

Birîndarên topbarana artêşa Tirk: Em li mal û li ser karê xwe birîndar bûn
9 tebax, 2022   16:00
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilatê bajarê Qamişlo, gundên Amûdê û Tirbespiyê bi dijwarî topbaran dikin.

Di encama êrişên ku îro rûdan de birîndar hene, hejmara ku niha derketiye 7 birîndar li Qamişlo û Amûdê piraniya wan jî zarok in.

Birîndarên li nexweşxaneya Rehmê ya li bajarê Qamişlo ji ajansa me re axivîn.

Bilind Mihemed Şemsedîn (16)  ji taxa Cûdî (Qenat Swis) ya li bajarê Qamişlo ye. Bilind di lingê xwe yê çepê de, bi guleyekê birîndar bûye got: “Ez li ber deriyê mala xwe birîndar bûme, rewşa min baş e. Niha jî ez ê tevî malbata xwe biçim malê.”

Arîn Ebdulezîz El-Hesen (38) ji taxa Cirnikê li bajarê Qamişlo ye tevî zarokên xwe birîndar bû jî got: “Ez û zarokên xwe li mala xwebûn, topek li mala me ket. Parçeyê ji ber topê belavbûna bi ser me de hatin. Niha tevî birînê ez ji guhekî xwe nabihîzim.”

Rodî Elo (30) ji bajarê Amûdê got: “Di dema ku min karê xwe di nava baxçe de dikir, ez birîndar bûm.”

(sb)

ANAH