Li Derayê tevlihevî berdewam e; 2 kes hatin kuştin

Îro li gundewarên rojavayê Derayê kesek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin. Di heman demê de, mayinek di maleke li bajarokê Êlma yê rojhilatê Derayê de teqiya û di encamê de kesek hat kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li Derayê tevlihevî berdewam e; 2 kes hatin kuştin
8 tebax, 2022   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navend Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Til Şehab ê gundewarên rojavayê Derayê kesek bi guleyên çekdarên nenas hatiye kuştin. Tê texmînkirin ku kesê kuşt, hevkarê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê be.

Di heman demê de, li bajarokê Êlma yê li rojhilatê Derayê mayinek di malekê de teqiya û di encamê de kesek hat kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.