​​​​​​​Di êrişa çeteyan a li Idlibê de kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê hene

Di encama êrişeke çeteyan a li ser baregehên hêzên hikumeta Şamê ya li devera Cobas a li rojhilatê Idlibê de hejmarek ji hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.

​​​​​​​Di êrişa çeteyan a li Idlibê de kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê hene
8 tebax, 2022   12:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 3 çeteyan êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora devera Cobas a rojhilatê Idlibê kiriye û di encamê de hin endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin û birîndarkirin. Her wiha 3 çeteyên ku êriş kiriye jî hatine kuştin.

Îro hêzên hikumeta Şamê bi tundî çend deverên Idlibê û gundewarên Hemayê topbaran kirin. Di heman demê de, devera Kebana li Cebel El-Ekrad li gundewarên bakurê Laziqiyê rastî topbarana çekên giran û hewanan di navbera çeteyên "El-Fetih El-Mubîn" û hikumeta Şamê de hat. Di saetên sibehê de çeteyên El-Fetih El-Mubîn bi tundî baregehên hikumeta Şamê yên li gundewarên Hemayê topbaran kirin.