Li Efrîna dagirkirî cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Vê sibehê li nêzî çemê Efrînê yê Ii navenda bajarê Efrînê yê dagirkirê, cenazeyê ciwanekî ku ji şêniyên navçeya Mabetayê ye, dît.

Li Efrîna dagirkirî cenazeyê ciwanekî hat dîtin
8 tebax, 2022   11:09
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku vê sibehê cenazeyê ciwanê bi navê Ebdurehman El-Izo (18) ê ji şêniyên gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî, hatiye dîtin.

Çavkanî diyar kir ku ciwanê kuştî, duh winda bûbû. Piştî lêgerînê cenazeyê wî li nêzî çemê Efrînê hatiye dîtin.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan welatiyên Kurd li Efrînê kuştine.

(cx)

ANHA