Komîteya Koçberan a Serêkaniyê têkildarî şewata li kampê daxuyaniyek da

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê têkildarî şewata li kampê ku 2 zarok tê de bûn qurbanî, daxuyaniyek da û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê têkildarî şewata li kampê daxuyaniyek da
8 tebax, 2022   09:54
HESEKÊ

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê îro têkildarî şewata duh a li kampê ku 2 zarok tê de bûn qurbanî, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hîn jî çeteyên ku rasterast rejîma Tirk destekê dide wan, li dijî sivîlan sûcên herî hovane pêk tînin û mal û milkên wan ên li herêmên dagirkirî wêran dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên navteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk rê li pêşiya wê vedike ku zêdetir sûcan pêk bîne û wiha hate domandin: "Rewşa kampan pir biêş e û ya gelê me yê koçber ne kêmî wê ye. Lewma em dibêjin ev sûcên pêk tên berpirsyariya civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ye ku hemû qanûnên navneteweyî û exlaqî tên binpêkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bûyera şewatê ya ku li Kampa Waşûkanî ku duh bi şev pêk hat û di encamê de 2 zarok bûn qurbanî ji bo civata navneteweyî û rêxistina NY`yê şermek e. Ruxmî ku banga mirovahiyê dikin, lê mixabin heta niha têkildarî kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe ranebûn."

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û gelê aştîxwaz ên cîhanê, her wiha hemû saziyên NY`yê û Rûsya û DYA`yê hate kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA