ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2022
7 tebax, 2022   23:00

-Şêniyên Qamişlo cenazeyên zarok Ehmed Hisên û Aheng Hisên ên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star a navçeya Çilaxa daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Welatiyên Qamişlo der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a herî dawî ya bi balafirên bê mirov de, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dide xuyakirin ku ew dijminekî hov e, biratiya gelan, wekhevî û edaletê qebûl nake û gotin: “Em tu carî ji ber topên dewleta Tirk dev ji welat xwe bernadin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mihrac Ural da zanîn ku Mehmet Gezer ê ku tê îdiakirin fermana êrişa Reyhanlîyê daye, ji ber silavdayînekê dixwazin bûyera Reyhanlî bixin stûyê wî û got: “Ez wî kesê bi navê Mehmet Gezer nas nakim. MÎT ji bo ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê rewa nîşan bide, di pêvajoyeke wiha de bûyerên bi vî renge tîne rojevê.” (BI WÊNE).

- Lêkolînerê siyasî û mudirê Navenda Jeostratejîk a Lêkolînan Îbrahîm Kaban got, parêznameyên rêber Abdullah Ocalan bi taybet teoriya neteweya demokratîkê, têrê dike ku pêvajoya klasîk li ser asta neteweyî derbas bike. Kaban ev teorî, bi projeyeke giştî bi nav kir ku dikare dawî li aloziyên li Rojhilata Navîn bîne. (BI WÊNE).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê, Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ragihandina rewşa awarte ya li hemberî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker hişt hemû aliyên rêveberî û xizmetguzarî bikevin seferberiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyê Ereb ê Hesekê anîn ziman ku li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ew ê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatî û hevserokên komînan diyar kir ku 'Operasyona Sondê' ji bo wan cihê xweşiyê ye û got “Em ê bi hemû hêza xwe kesên xayîn ji nava xwe derxin. Ajan hêviyê didin dijminan, lewma divê em şerê wan bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Hisên Kerkûkî anî ziman ku ji bo derbaskirina aloziyên kûrt ên Iraqê, divê şêwazê Rêveberiya Xweser were bikaranîn û got, welatê pirrengiya olî, neteweyî û mezhebî di nava aloziyên siyasî, aborî, civakî û ewlehî de ye. (BI WÊNE).

- Cîgirê hevseroketiya kantona Girê Spî ji bo felaketeke ji ber bicihkirina koçberên sûrî li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevseroka Desteya Hundirîn û endama şaneya kirîzê ya herêma Firatê, Sozdar Şêxo da zanîn ku wan dest bi gelek gavan kiriye da ku gel ji bo rûbirûbûna bi êrişên dagirkeriya Tirk re amade bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi awaz û stranên xwe yên nîştimanî û şoreşgerî û bi şanoyên xwe eniyeke hunerî ya bingehîn li rex eniyên leşkerî li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ava kir. Hunermendên Rojava hunera xwe wek çekeke bingehîn dibin ku bi rêya wê li hember êrişên dagirkeriya disekinin û piştgiriyê didin giyanê têkoşer ê gelê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Wan bi safî û dil tenikiya zarokitî, bi kelecana dîtina xwişka xwe Binefşa Doçkaçî berê xwe dane bedewiya çiyayên Xakurkê û bûn rêwiyên rêya bê veger

ANHA