'Em ê hêsirên dayikan bikin gule di sînga dijmin de'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên El-Selmo tekez kir ku hêzên wan d; hêsirên dayikên şehîdan bikin gule di sîngê dijminan de û got di vê qonaxê de armanca wan rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

'Em ê hêsirên dayikan bikin gule di sînga dijmin de'
31 tîrmeh, 2022   12:53
HESEKÊ

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên El-Selmo di merasîma bîranînê de ku îro Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarê organize kiribû de, li pêşberî girseya dayik û malbatên şehîdan axivî. Malbatên Şehîdan ên bajarê Hesekê, 91 şervanên ji Hesekê yên di meha Tîrmehê de li herêm û salên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.

El-Salmo hemû şehîdên meha Tîrmehê û şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, bi bîr anîn.

El-Selmo bal kişand ser berdewamiya berxwedana hêzên leşkerî li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ya ku bi saya piştevaniya gel hesabên dagirkeriya Tirk tevlîhev kir û tekez kir aramca wan rizgarkirina herêmên dagirkirî ye û heta pêkanîna serkeftinê dê gavê paş de navêjin.

El-Selmo ev tişt anîn ziman: “Em ê hêsirên dayîkan ên li ser hevrêyên me yên şehîd barandine, bikin gule di sînga dijminan de. Em di wê baweriyê de ne ku dê hêzên me bersiva dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidin û wan têk bibin."

Di merasîma bîranînê de Meclisa Malbatên Şehîdan jî daxuyanî da û endama meclisê Neda Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:  "Em îro yên ku em qet wan û fedekariyên wan ji bîr nakin, bi bîr tînin. Ev xak tişta herî bi qîmet e li cem me, ji ber ku lehengên ku ew diparastin zarokên wê ne. Her bihosteke axa wê çîroka lehengî û wêrekiya berxwedanê ji me re vedibêje.

Em malbatên şehîdan, xwediyê dozekê ne, divê em wê ji bîr nekin û xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Divê em rêya ku şehîdên me dest pê kirî, bidomînin û zarokên xwe fêrî hezkirina welat û şopandina rêya şehîdan bikin.

Em bi dijminekî hov ku kontrola xwe ji dest daye re, rû bi rû ne. Ji bo wê, divê em bi hev re li ber xwe bidin û mil bi mil li hember Erdogan ê faşîst rawestin.”

Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonekê li ser berxwedana 91 şehîdên meha Tîrmehê yên di dîrok û cihên cuda şehîd bûne, bi dawî bû.

 ANHA