​​​​​​​Çalakvanên Minbicê tekezî bi berxwedana li hember timayên Tirkiyê kir

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li herêmê Osmaniya Nû vejîne û tekez kir ku li hember dagirkeriyê wan berxwedan bijartiye û dê li kêleka şervanên xwe bisekinin.

​​​​​​​Çalakvanên Minbicê tekezî bi berxwedana li hember timayên Tirkiyê kir
26 tîrmeh, 2022   12:53
MINBIC

Konê çalakiyan ê ku Kongra Îslama Demokratîk bi hevkariya Saziya Olî ya Minbicê vegirtibû, di roja duyemîn de bi beşdariya oldar, waîz û melayên mizgeftên bajarê Minbicê û gundewarên wê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û meclisan didome.

Di çalakiya îro de cîgirê serokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Adil Mihemed wiha axivî: "Armanca dagirkeriya Tirk a bi serokatiya Erdogan ew e ku Osmaniya Nû dîsa vegerîne û herêmê bikişîne nav şerên dijwar û bêdawî."

Mihemed tekez kir ku bijardeya berxwedanê li herêmê bi piştgirî û piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku nûnertiya hemû pêkhateyên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, rewa bûye.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Elî jî axivî û bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Sûriyê yên bi behaneya 'parastina ewlehiya xwe ya neteweyî' û ketina wê ya 30 km nava axa Sûriyê û got: “Gelo dagirkeriya Osmanî 425 sal berê bi 30 kîlometreyan têr bû. Erdogan bi dagirkirina axa Sûriyê dixwaze împaratoriya pêşiyên xwe vegerîne."

Ehmed Elî her wiha axaftina xwe berdewam kir: "11 sal e Sûriye bûye şahida şoreşan, şoreşgerên rastî ku bi navê şoreş û demokrasiyê derketin, ka li ku ne? Niha ew li Lîbyayê û li deverên din şer dikin û ji bo şerê li dijî gelê xwe yê Sûriyê amadekariya şer dikin. Ew ne şoreşger in, çete ne. Dema DAIŞ li vê xakê bû, hûn li ku bûn? Niha ji bo Tirkiyê bûne ajanda."

Duh (duşem) Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Saziya Olî ya Minbicê û bi beşdariya şandeyên saziyên sivîl û leşkerî, rûspî, şêxên eşîran û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, li ber avahiya berê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya li navenda bajêr, bi armanca şermezarkirina êriş û gefên dagirkeriya Tirk, konê çalakiyê vedabû.

 ANHA