Li Siwêdayê seferberî û alozî heye

“Ewlehiya Leşkerî” ya hikumeta Şamê 5 ciwanên ji bajarê Şehba yê Siwêdayê destgîr kirin û li ser rêyên bajêr gelek bendên kontrolê danîn. Li ser wê yekê komên xwecih ên li bajêr seferber bûn.

Li Siwêdayê seferberî û alozî heye
26 tîrmeh, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku komên girêdayî “Ewlehiya Leşkerî” ya hêzên hikumeta Şamê 5 ciwanên ji bajarê Şehba yê parêzgeha Siwêda ya li başûrê Sûriyê destgîr kirin, li bajêr dîsa alozî derket. Komên navborî her wiha li ser rêya Şehba-Siwêdayê, nêzî bajarokê Etîl û li ser rêya El-Hec a li deriyê têketina bajêr ê rojava gelek bendên kontrolê danîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser wê yekê, komên xwecih li bajarê Şehba û rêya Şam-Siwêdayê seferber bûne.

Yeşema borî jî hemwextî girtina rêya Şam-Siwêdayê, li bajêr rageşî derket. Komên xwecih û navxweyî yên Siwêdayê 3 efserên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Şehbayê revandin. Ew yek wek bersivdayîna ragirtina komeke ciwanên bajarê Şehba yê Siwêdayê ji aliyê komên ser bi “Ewlehiya Leşkerî” ve, pêk hat.

(cx)