Eniya Piştevaniya Rojava tev însiyatîfa partiyên siyasî ya qedexeya hewayî bû

Eniya Piştevaniya Rojava li Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo însiyatîfa partiyên siyasî yên li Sûriyê ku banga qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ragihand.

Eniya Piştevaniya Rojava tev însiyatîfa partiyên siyasî ya qedexeya hewayî bû
21 tîrmeh, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku daxwaza qedexekirina hewayî li herêmê dike, piştgiriyeke mezin ji aliyên cuda yên civakî yên Sûriyê û ji aliyên siyasî, çalakvan, rewşenbîrên Kurdistanê û ji cîhanê wergirt. Eniya Piştevaniya Rojava li Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ragihand.

Di 28'ê Hezîranê de 33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kiribûn ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin, ew jî bi mebesta sînordarkirina binpêkirin û sûcên ku tên kirin û weke bersivdayîna gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser herêmê.

Di çarçoveya piştevaniya însyatîfê de, Eniya Piştevaniya Rojava li Başûrê Kurdistanê ku ji partiyên siyasî, çalakvan û rewşenbîran pêk tê, îro di civîneke çapemeniyê de li avahiya Amne Sorkê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê piştgiriya xwe ragihand.

Daxuyaniya ku tê de kesayetên siyasî, rewşenbîr û çalakvan amade bûn, ji aliyê endamê Eniyê Bextiyar Mistefa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên navneteweyî, di destpêkê de Amerîka, Rûsya, NY, Komkara Ereban, partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên navneteweyî û ji gelên demokrasîxwaz, hat kirin ku ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixebitin.

Her wiha bang li heman aliyan hate kir ku li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaze herêmên din nê Sûriyê dagir bike, bisekinin.

ANHA