​​​​​​​Li naverasta Serêkaniyê teqîn

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku li sûka navendî ya li naverasta Serêkaniyê yê dagirkirî teqînek çêbû.

​​​​​​​Li naverasta Serêkaniyê teqîn
19 tîrmeh, 2022   09:06
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, mayînek li ebareya Hac Wesfî ya li hember Berîd a li naverasta Serêkaniyê yê dagirkirî teqînek çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê zirarên madî çêbûn.

Li Serêkaniyê rewşeke tevlihevî heye, her wiha  dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên resen binpêkirin û sûcên xwe berdewam dikin.

(fr)

ANHA