Li Qereçoxê operasiyoneke berfireh li dijî DAIŞ’ê hate destpêkirin

Artêşa Iraqê li dijî DAIŞ'ê, li çiyayê Qereçoxê yê navçeya Mexmûrê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Li Qereçoxê operasiyoneke berfireh li dijî DAIŞ’ê hate destpêkirin
19 tîrmeh, 2022   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Çiyayê Qereçoxê yê navçeya Mexmûrê dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek leşkerî hate destpêkirin.

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyên YNK’ê Xazî Feysel li ser operasyonê ev agahî parve kir: "Îro bi tevlîbûna hêzên Dije Teror a Iraq, Leşkerên Iraq û Pêşmerge saet derdorî 04:00’an bi qasî dirêjiya 15 kêlometreyan li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li ser çiyayê Qereçoxê operasyonek hate kirin. Di vê operasyonê de balafirên şer, helîkopter û balafirên keşfê cihê xwe girtine. Dibe ku ev operasyon çend rojan dom bike."

Demeke dirêj e çeteyên DAIŞ’ê li vê herêmê êrîşî artêşa Iraqê û sivîlan dike. Di encama van êrîşan de gelek şivan, şêniyên herêmê hatine qetilkirin û revandin. Her wiha leşkerên Iraqê jî hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî çiyayê Qereçox û herêmên serweriya artêşa Iraqê yên navçeya Mexmûrê yên ser bi Mûsilê ve lê kêm e, xwe bi rêxistin dike û êrîşî sivîlan dike.