​​​​​​​Piştî rexneyan serokê Tûnisê projeya nû ya destûrê diguherîne

Serokê Tûnisê Qeys Seîd kopiyeke nû ya projeya destûrê derxist ku ji dema di rojnameya fermî de hatiye belavkirin, bûye mijara nîqaşê û rastî rexneyan tê. Tê payîn ku di 25`ê Tîrmehê de referandum li ser wê bê kirin.

​​​​​​​Piştî rexneyan serokê Tûnisê projeya nû ya destûrê diguherîne
9 tîrmeh, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rexneyên rêxistin û partiyên siyasî, serokê Tûnisê Qeys Seîd şeva din kopiyeke projeya destûrê derxist ku dê di 25`ê Tîrmehê de li ser referandum bê kirin.

Seîd di nivîsa nû de, hevoka “di bin siya sîstemeke demokratîk de” lê benda 5`an zêde kir û forma wê bi vî rengî bû: “Tûnis parçeyekî umeta îslamê ye, divê tenê dewlet di bin siya sîstemeke demokratîk de, li ser pêkanîna meqsedên îslama henîfî ji bo parastina xwe, namûsê, pere, ol û azadiyê kar bike.”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev bend rexne kiribû û gotibû “rê li ber cudakariyê li dijî komên din ên olî vedike.”

Serok Qeys Seîd her wiha hevoka “sîstema demokratîk” li benda 55`an a maf û azadiyan zêde kir.

Li gorî France 24’ê, partiyan diyar kir ku ev bend rê dide desthilatê ku azadiyan asteng bike.