Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin: Divê em bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin

Yekitiyên sivîl û meclisên malbatên şehîdan piştgirî da banga hêz û partiyên siyasî ya girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga berxwedan û hevgirtinê li gelên herêmê hate kirin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin: Divê em bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin: Divê em bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin: Divê em bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin: Divê em bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin: Divê em bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin
7 tîrmeh, 2022   14:00
QAMIŞLO

Çalakiyên li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Partî, yekitiyên sivîl û meclisên malbatên şehîdan bi çalakiyan cûda êriş şermezar kirin û piştgiriya xwe bi banga partiyên siyasî ya girtina qada hewayî li ber dewleta Tirk a dagirker nîşan da.

ENDIZYAR: ÊRIŞÊN TIRKIYÊ XEBATÊN JINÛVE AVAKIRINÊ ASTENG DIKE

Yekitiya Endizyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li baxçeyên Xwendinê yê bajarê Qamişlo da. Endamê yekitiyê Îbrahîm Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser serkeftinên ku Rêveberiya Xweser pêk anîne û hate gotin: "Li gel aloziyên ku herêm bi giştî tê re derbas dibe, Rêveberiya Xweser di pêkanîna ewlehî, pêwîstiyên sereke yên jiyanî yên şêniyên herêmê û koçberan de bi ser ket. Ev yek bi rêya hevgirtina îradeya gelan pêk hat. Lê dewleta Tirk her tim aloziyê li herêmê diafirîne. Di demên dawî de êriş û gefên xwe li ser herêmê zêde kirine, sivîl û kesayetên welatparêz dike hedef da ku vîna wan bişkîne. Şêniyên herêmê li ser şopa şehîdan e û amade ne li hemberî gefan bisekine. Ev gefên dawî yên dewleta Tirk a faşîst a ku desteka terorê dike û ew derbasî herêmê kirine, ne nû ne."

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne, hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku sûcê û gefên dewleta Tirk a dagirker xebatên  wan ên jinûve avakirina herêmê asteng dikin.

Yekitiya Endizyaran piştgiriya xwe bi banga hêz û partiyên siyasî re nîşan da û wiha hate gotin: "Em bang li civaka navneteweyî, di serî de Koalîsyona Navneteweyî dikin ku qada hewayî ya herêmên me bigire, sînorekî ji gefên dewleta Tirk a faşîst re deyenin û rewşeke ewle biafirîne ku şertê sereke yê xebatên me yên jinûve avakirinê ye."

MAMOSTE: ÊRIŞ PROSEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ ASTENG DIKE

Bi heman armancê Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hewşa avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyanî da. Endamê  yekitiyê Azad Hisên bi zimanê erebî û Hesîna Îbrahîm Elî bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî gefên dagirkirina xaka Sûriyê dixwe, lê armanca wê vegerandina serdema osmanî ye.

Her wiha bang li dewletên garantor hate  kirin ku binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmê, ji koçberkirina şêniyên resen û guhertina demografî rawestînin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her êrişeke Tirkiyê wê tevahî destkeftiyên Koalîsyona Naavneteweyî û şirîkên wê QSD'ê ji holê rake û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz bike. Her wiha dê aloziyê biafirîne ku dê proseya perwerde û fêrkirina zarokan asteng bike.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku zextên giran li ser Tirkiyê bên kirin, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin da ku jiyana bi milyoanan nekeve xeteriyê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê û hesabxwestina wê çalakiyan dewam bikin.

MALBATÊN ŞEHÎDAN: LI HEMBERÎ DIJMIN DIVÊ EM BI BERXWEDANÊ VE GIRÊDAYÎ BIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo da.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyîd bi zimanê erebî û endama meclisê Şirîn Ehmed bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazan dewam dike ku tevahî nirxên mirovî û exlaqî bin pê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi gef û êrişên Tirkiyê xeteriya şaneyên çeteyên DAIŞ'ê û belavbûna fikirên wê yên tarî zêde dibin û ev yek hate diyarkirin: "DAIŞ û Tirkiyê bi heman zihniyet û rêbaz bi hev re li dijî ewlehiya herêmên me û destkeftiyên ku gelê me bidestxistine, tevdigerin."

Malbatên şehîhdan di daxuyaniyê de li hemberî gef û planên li ser herêmê banga girêdana bi xeta berxwedanê, têgeha biratiya gelan li pêkhateyan kir û wiha hate domandin: "Em dengê xwe tev li dengê partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bang li civata navneteweyî dikin ku bi cidiyet kar bikin, li hemberî gefên Erdogan ên ku dixwaze şêniyan koçber bike û azarên gelên Sûriyê zêde bike, qada hewayî ya herêmên me bigirin. Her wiha em bang li cîhanê û hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku desteka pêwîst bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Di dawiyê de hate gotin ku yekitiya pêkhateyan misogeriya sereke ya têkbirina dagirkerî û qedandina navenda terora DAIŞ û qeliskirina rûbera tevgerên wan.

MECLISA JINAN A MALBATÊN ŞEHÎDAN: DIVÊ EM ERKA XWE LI HEMBERÎ XAKA XWE BI CIH BÎNIN

Meclisa Jinana a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo daxuyaniyek li ber avahiya meclisê da. Endama meclisê Şêrîn Mihemed Selîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de banga pêkanîna berpiryartiyan û pêkanîna erka neteweyî û şoreşgerî ya parastina destkeftiyên şehîdan hate kirin.

ANHA

ANHA