​​​​​​​CPT: Zarokên li Bamerniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin

CPT’yê ragihand ku piştî lêkolîna li Bamerniyê û şahidên bûyerê êrişa ku 26’ê Gulanê li Bamerniyê pêk hat û 2 zarok tê de hatin qetilkirin, ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye.

​​​​​​​CPT: Zarokên li Bamerniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin
5 tîrmeh, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYANNAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan (CPT) encama lêkolînên li ser kuştina 2 zarokên li Bamerniyê eşkere kir û li gorî encama lêkolînê zarok ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin.

CPT’yê bi daxuyaniyekê encama lêkolîna xwe ya li ser êrişa Bamerniyê ku 2 zarok tê de jiyana xwe ji dest da bûn, ragihand. CPT wiha got: “Li gorî belgeyên bi destê me ketî û herêma ku êriş lê pêkhatî, derdikeve holê ku egera herî zêde êriş ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatiye.”

CPT’iyê di daxuyaniya xwe de cih da ser agahiyên malbatên zarokan jî û ev agahî parve kir: “Malbatên her 3 zarokan dibêjin, wê roja ku êriş pekhatî, hertim dengê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ku li ser wê herêmê digeriyan, dibihîstin. Yanî balafir li ser cihê festîvalê digeriyan, cihê festîval lê pêkhatî jî, tenê 800 metre ji baregeha dewleta Tirk ya li Bamerniyê dur bû.

Êrişa bi topan ya dijî cihê leyîstina zarokan û gerana balafiran di yek demî de bû. Gorî me bi qest festîval hatiye hedefkirinû xwestin ziyanên canî çêbibin.”

Di dawiyê de hate gotin ku çiyayê Metîna ku tê gotin top ji wir ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin jî, niha dibin desthilatdariya leşkerên Tirk û Hikumeta Herêma Kurdistanê deye.

PDK’Ê ÊRIŞ XISTIBÛ STÛYÊ PKK’Ê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 26’ê Gulana 2022’an li herêma geştiyariyê ya Zêwe ya Bamerniyê ya Amediyê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 2 zarokên bi navê Yusif Hacî û Revend Hoşyar Muhsîn jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû. Tevî dîmen û daxuyaniyên malbatê PDK’ê israr kiribû ku ev zarok ji aliyê PKK’ê ve hatine qetilkirin.

Li ser vê HPG’ê daxuyaniyek da bû ku êriş ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hatiye û wê tola zarokên Kurd rabike.

Tîmên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo 2'ê Tîrmehê saet di 17:30'î de li nehiya Şêladizê ya Amediyê derbeke giran li baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tola zarokên gelê Kurd ên li Bamerniyê şehîd hatin xistin, hate hilanîn û derbeke giran li Tirk ên dagirker hate xistin."