Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin

Meclisên jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya hemelya “Bi rêxistin bike, li ber xwe bide û azadiyê pêk bîne” de bang kir ku li gel êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê, qedexeya firîna balafirên li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ragihandin.

Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin
Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin
Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin
Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin
Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin
Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin
Meclisên jinan: Divê qedexeya firîna balafiran li herêmê bê ragihandin
4 tîrmeh, 2022   14:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hemleya “Birêxistin bike, li ber xwe bide û azadiyê pêk bîne” de ku Meclisên Jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê di Gulanê de ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dabû destpêkirin, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxên Tebqa û Minbicê panelek û werşeyeke kar li dar xist da ku azarên jinan li gel aloziya Sûriyê nîqaş bikin, çareseriyên guncew jê re peyda bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan gotubêj bikin.

Nûnerên nivîsgehên jinan ên saziyên leşkerî, partî, rêxistinên civaka sivîl, malbatên şehîdan û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenobya tev li panelê bûn.

Piştî ku cîgirê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nuha El-Şiêtî bixêrhatina beşdaran kir, berdevka Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nadye El-Mihemed axivî û behsa azarên jinan di aloziya Sûriyê de, rola wê ku beşek sereke ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye kir. 

Nadye El-Mihemed destnîşan kir ku paşguhkirina rola jinan, yek ji zehmetiyên herî girîng e ku li pêşiya hewldanên dîtina çareseriyê, bûye bend û got: “Ji ber beyî çareserkirina doza jinan, çareseriya siyasî li welêt pêk nayê.”

Di panelê de endama rêveber a Akademiya Civaka Demokratîk a Tebqa, Cuheyne El-Meso axivî û got: “Beriya 8 salan gelek jin bê sebeb winda bûn. Piştre hat ragihandin ku di girtîgehên opozîsyonê de û di şert û mercên dermirovî de ne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî sûcên komên çekdar li dijî jinan mîna celdkirin û kevirkirin belge kirin.”

Her wiha Cuheyne El-Meso diyar kir ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser, qanûnên taybet ên jinan hatin danîn ku divê li gorî wê wekhevî di maf û erkan de pêk were, rê li pêşiya pirjiniyê û zewicandina zarokan digire û mafê fêrkirin û fêrbûnê dide wan.

Ji bo nasandina civakê bi rola jinan, beşdaran pêşniyar kir ku dewreyên fikrî ji bo jinan û mêran ji vê bêtir bên lidarxistin.

Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê werşeyeke kar bi navnîşan “Dîroka dagirkeriya osmanî” lidar xist. Meclisê ji werşeyê armanc kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, bên eşkerekirin. Di werşeyê de endamên saziyên jinan, nûnerên partiyan û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê beşdar bûn.

Di werşeya ku li dika Navenda Çand û Hunerê hatiye lidarxistin de, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û behsa pêvajoya heyî kir û got: “Ev pêvajo, hesas û çarenûsî ye. Erodgan gelek caran bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê ragihand ku dê êrişî herêmê bike. Divê em van gefan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bikin.”

Îbtîsam Ebdulqadir îşaret bi komkujiyên li dijî ermen, suryan, kurd, ereb û çerkezan kir ku ji aliyê dewleta osmanî ve pêk hatine û got: “Bi hezaran kesên bêguneh bûn qurbanên wan komkujiyan. Dewleta Tirk siyaseta Tirkkirinê bi dirûşma `yek gel, yek ziman û yek al siyaseta` tirkkirinê dimeşîne û navên gund û bajarên herêmê diguhere û navên tirkî lê dike. Bi vê yekê dixwaze dîrokê berovajî bike û nasnameya gelan qir bike.”

Paşê sînevizyonek têkildarî dîroka hovane ya dewleta osmanî û çawa axa dagir kir, gel qir kir hate pêşandan.

Beşdaran banga ferzkirina qedexeya firîna balafiran li asîmanê herêmê, teqezî bi girîngiya berxwedana gelan û tevlêkirina jinan di çareseriya siyasî de kir û balkişandin ser hevgirtina pêkhateyên herêmê ku rêya yekane ya parastina Sûriyê ji parçebûnê û guhertina demografiyê ye.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiyê werşeyê de, hemleya xwe “Birêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne” bi dawî kir ku di Gulanê de dabû destpêkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/1cVbdc8P7gA" title=""مجالس المرأة" في ختام حملتها تطالب بفرض حظر جوي على شمال وشرق سوريا - منبج" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>