​​​​​​​Bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk di Hezîranê de li dijî Minbicê hate eşkerekirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Hezîranê ya topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî gundewarê Minbicê eşkere kir. Her wiha da zanîn ku di topbarana li ser gundên Ereb Hesen û Cerad de 3 welatî şehîd bûn, ku 2 ji wan zarok in.

​​​​​​​Bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk di Hezîranê de li dijî Minbicê hate eşkerekirin
4 tîrmeh, 2022   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker di meha Hezîranê de, eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Sûriyê û mal û milkên wan ên li bajarên dagirkirî û derveyî wê, sûc û binpêkirinan dewam dikin, pê re qanûnên navneteweyî û mirovî paşguh dike.

Artêşa Tirk a dagirker bi zêdekirina binpêkirinên xwe zêde dike da destwerdana xwe li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rewa bike û hincetan ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî bibîne, li hemberî vê jî Meclisa Leşkerî di çarçoveya mafê parastina rewa de parastina xak û gelê herêmê dike."

20 GUND Û BAJAROK HATIN TOPBARANKIRIN

Navenda Ragihandinê ji raya giştî re sûcên dewleta Tirk a dagirker di meha Hezîranê de pêk anîne, eşkere kir û got armanc jê ew e ku kiryarên dagirkeriya Tirk ên dermirovî ku qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike, were eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Cat, Toxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Edese, Seyade, Yalinlî, Qert, Kor Hiyûk, Cebel Hemra, Boxaz, Kawiklî, Til Torîn, Ceb Mexzûm, Um Cilûd, Bak, Wêran û bajarokê Erîme topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên navborî ji baregehên xwe yên li “Qîrate, Toxar, Helûncî, Yaşlî, Şêx Nasir, Zerzûr, Şiweyhe, Aşlî û Kirêdiyê” ku nêzî eniyên şer in, hedef girtin.

KOÇBERKIRINA NIŞTECIHÊN RESEN

Navenda Ragihandinê her wiha da zanîn ku armanca êrişên domdar ew e ku rewşa siyasî aloztir bibe, piştre niştecihên resen koçber bike û rewşeke defakto bê ferzkirin.

Berdewamiya daxuyaniya navendê wiha ye:

Di 1-6-2022`an de artêşa Tirk a dagirker ji bo tirsandina şêniyên herêmê, ji baregehên xwe gelek gundên navborî bi top û hawanan kirin armanc, her wiha bi balafirên bêmirov bê biçek gundê Ereb Hesen hedef girt.

Di 2-6-2022`an de komeke çeteyên "Mertala Firatê" ku artêşa Tirk piştgiriya wan dike, 3 caran hewl da bi rêya ji 3 aliyên ve bikevin gundê Mihsenlî, lê bi saya berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên wan hatin pûçkirin.

Di 3-6-2022`an de, li eniya bakurê çeteyekî girêdayî "Mertala Firatê” û artêşa Tirk a dagirker ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate kuştin, dema çeteyekî din hewl da mayînekê li derdorê gundê Mihsenlî yê bakurê Minbicê bi cih bike, birîndar bû.

 

Di 9-6-2022`an de, bi 3 moşekan gundê Cat kir hat hedefgirtin, di encamê de zirar gihaşt mizgefta gund. Li aliyekî din jî rojane bi çekên giran êriş dikin.

Di 13-6-2022`an de, artêşa Tirk a dagirker bi 11 topan gundê Hoşeriyê û Mihsenlî kir armanc, di encamê de burcê Syriatell ji xizmetê derket. Her wiha bi 15 topban gundê Til Torîn hate topbaran kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 15-6-2022`an de dironeke Tirkiyê dema li jora eniyên bajarê Minbicê digeriya xist xwarê. Di heman rojê de artêşa Tirk a dagirker bi moşekan gundê Ewn Dadat kir armanc û di encamê de maleke welatiyan hilweşiya. Li aliyekî din jî bi 3 topbên hawan gundê Mihsenlî kir armanc.

Artêşa Tirk a dagirker di 27-6-2022`an de bi top û hawanan gundê Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadat, Mefarîd û Cerad kir armanc, di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan.

Artêşa Tirk a dagirker di 29-6-2022`an de bi moşekan gundê Ereb Hesen kir armanc, di encamê de 2 zarok şehîd bûn. Li aliyekî din jî bi 15 topan gundê Mihsenlî û Cerad kirin armanc.

Di vê mehê de jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên "Mertala Firatê" gundê Cerad ê li bakurê Minbicê topbaran kir, di encamê de Mihemed Xalid El-Mihemed (23) salî şehîd bû.

BÎLANÇO

Di dawiya daxuyaniyê de Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de ev tişt hate gotin: "Li gorî vê di mehekê de 513 top û hawan hatine avêtin, 19 moşekên ji cureya Taw, 2 diron hatine xistin. Her wiha 4 çete ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin kuştin û 2 çete hatin birîndarkirin. Li aliyekî din jî zirar gihaştin malên 3 sivîlan û zeviyên wan û gelek niştecih hatin koçberkirin."

(eh)