​​​​​​​DAIŞ sûdê ji bêîstîqrariya siyasî ya li Sûriyê û herêmên dagirkirî digire

Di vê dawiyê de li beyara Sûriyê tevger anku êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê zêde bûne. Lêkolînerekî kar û barên komên islamî got: "Sedemên ku hiştine heta niha DAIŞ'ê bi dawî nebe, bêîstîqrariya siyasî û hebûna çeteyan li herêmên dagirkirî.''

​​​​​​​DAIŞ sûdê ji bêîstîqrariya siyasî ya li Sûriyê û herêmên dagirkirî digire
2 tîrmeh, 2022   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Çeteyên DAIŞ`ê dem demê êrişî bendên hêzên hikumeta Şamê yên li beyara Sûriyê dikin, erebeyên wan dikin hedef. Di meha Hezîranê de asta wan êrişan zêde bû û di hefteyekê de 42 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di Hezîranê de, çeteyên DAIŞ`ê asta êrişên xwe zêde kirin, kemîn li pêşiya hêzên hikumeta Şamê danîn, endam û çekdarên alîgirên hikumeta Şamê çi li beyara Resafe, derdora çiyayê Bişrî yê gundewarê Reqayê yan jî eniya Asreya, eniyên din li rojhilatê Hemayê, beyara Suxna, Palmîra (Tedmur) yên rojhilatê Himsê, beyara Dêrazorê û sînorên di navbera Reqa û Dêrazorê de, dikin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 11 êrişên çeteyên DAIŞ`ê li beyara Sûriyê belge kirine. Her wiha ragihand ku di êrişên DAIŞ`ê de, 42 endamên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê, hatine kuştin û 31 din birîndar bûne. Her wiha sivîlek hatiye kuştin û 14 sivîlên din jî birîndar bûne.

Di bombebarana Rûsyayê de û şerên bi hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê re 19 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê,  ji destpêka 2022`yan ve hejmara kuştiyan di operasyonên leşker de, gihaşt 275`an. Di nav de 131 çeteyên DAIŞ`ê hene ku di êrişên hewayî yên Rûsyayê de li herêmên cuda yên beyara Himsê, Siweyda, Hema, Reqa, Dêrazor û Helebê hatine kuştin, 143 hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê hene.

Piştî kuştina efserekî rûsî di 18`ê Tebaxa 2020`an de û kuştina zêdetirî 100 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di wê demê de, Rûsya di 25`ê Hezîranê de sewqiyatên xwe li herêmê zêde kirin û komên Lîwa El-Quds, Feyleqê 5`an û gelek hêzên din li herêmê bi cih kirin da ku lêgerînê li beyarê çêkin.

GEFÊN TIRKIYÊ CUREYEKE DESTEKDAYÎNA DAIŞ`Ê YE

Ev windahiyên di nav hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê de destnîşan dikin ku Rûsya hîna nikare beyarê kontrol bike ku êdî bûye mîna “Qulê Reş” ku kerwan û sewqiyatên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan, daduqirtîne.

Lêkolînerê kar û barên komên islamî Mistefa Emîn têkildarî mijarê got: “Gelek nîşaneyên hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê ji aliyê DAIŞ`ê ve, hene. Rewşa DAIŞ`ê li beyarê paşde neçûye. Deverên fireh li wir kontrol kirine. Piştî ku di aliyê erdnîgarî de, bi bin ket, lê hebûna şaneyên wê li wê herêmê diyar bû ku li dijî artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişan pêk tînin.”

Der barê bandora gefên dewleta Tirk a dagirker li ser zêdebûna tevgera DAIŞ`ê li herêmê de Emîn ev nirxandin kir: “Hlebet gefa Tirkiyê cureyek ji cureyên destekdayîna DAIŞ`ê ye ku ev gef tevliheviyê li herêmê çêdike, QSD`ê ji têkoşîna li dijî DAIŞ`ê dûr dixe ku divê li hember destwerdana Tirkiyê bisekine. Ji ber wê, hundirê Sûriyê û herêmên seranserî sînorên Sûriyê û Iraqê ji bo DAIŞ`ê stragehên ewle ne da ku xwe û komên xwe birêxistin bike.”  

JI BER BÊÎSTÎQRARIYA SIYASÎ TEVGERA DAIŞ`Ê BERDEWAM E

Girêdayî sedemên ji ber wê DAIŞ tune nabe, ruxmî bombebarana Rûsyayê û topbarana hêzên hikumeta Şamê, Emîn got: “Sedem pir in; bêîstîqrariya siyasî, belavbûna komên çekdar li Idlibê û herêmên din, tunebûna koordîneyê di navbera hêzên Amerîka yên li Sûriyê û Rûsyayê û rejîma Sûriyê de ji ber cudabûna rêbazên danûstandina bi rêxistinê re, ev sedem rê li pêşiya tunekirina DAIŞ`ê digirin.”

Herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, hemêzkerên serçeteyên DAIŞ`ê ne. Kuştina du serçeteyên DAIŞ`ê li wan herêman delîla vê yekê ye. Li wan herêman çete hene. Li wir tevliheviya ewlehiyê heye, çete bi hev dikevin. Ev rewş ji bo DAIŞ`ê hewîrdoreke guncaw e.

Emîn di vî warî de wiha axaftina xwe domand: “Her wiha gelek alozî û pirsgirêk li Sûriyê hene ku li gorî berjewendiyên DAIŞ`ê û hebûna wê li Sûriyê ye. Ji ber van sedeman, dewleta Tirk bi awayekî diyar desteka rêxistinê dike û ev yek bi berdewamkirina rêgeza xwe bi hedefgirtina dewleta Sûriyê û kurdan ve girêdayî ye.”

FIREHBÛNA BEYARÊ XIZMETA DAIS`Ê DIKE

DAIŞ di dawiya 2017`an de, piştî ku hêza wê bi awayekî mezin li Sûriyê û Iraqê têk çû, li beyarê bi cih bû. Ev yek heta 2019`an berdewam kir dema cihê xwe yê herî dawî li bajarokê Baxozê bi destê QSD`ê winda kir.

DAIŞ sûd ji firehbûna beyarê digire ku nîvê rûbera Sûriyê ye, li gelek eniyan tev digere bi taybet li beyara Hums û Dêrazorê.

Der barê encamên belavbûna DAIŞ`ê li beyarê de, Emîn got: “Beyar; herêmeke fireh û çolistan e. Rêxistin di mîna van cihan de baş tev digere. Dikare xwe bigihîne şaneyan û sûd ji hebûna gelek kampan û endamên xwe di girtîgehên Sûriyê û QSD`ê de digire. Endamên wê yên di nav kampan de ji bo wê jêdereke îlhamê ya girîng e ji ber malbatên di nav kampan de girêdayî wê ne.”

FÎNANSEYA XWESER

Têkildarî desteka ku DAIŞ digire, lêkolînerê kar û barên komên islamî Mistefa Emîn got: “Fînanseya DAIŞ`ê xweser e.  Ji herêmên aborî û pereyên di dema kontrola xwe de kom kirine, digere. Yanî desteke wê ya bi hêz heye. Em ji bîr nekin ku ji êrişên xwe li dijî baregeh û bendan gelek cebilxane desteser dike. Yanî rêxistin heye û hebûna wê li Sûriyê hertim zindî dibe.”

(şx)

ANHA