​​​​​​​Li Kampa Holê cenazeyê mêrekî hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê cenazeyê mêrekî ku ‎bi guleyan hatiye kuştin, dît. Di nava hefteyekê de ev sûcê kuştinê yê 4’an e û ji destpêka salê de yê 26`emîn e.

​​​​​​​Li Kampa Holê cenazeyê mêrekî hate dîtin
28 hezîran, 2022   12:25
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Holê ya kantona Hesekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa 6’an a koçberên sûrî, cenazeyê mêrekî ku bi guleyan hatiye kuştin, dît. ‎

Li gorî agahiyên ku ji hêzên ewlehiyê yên li kampê hatine girtin, nasnameya kesê hatiye kuştin hîna ne diyar e, lê tê texmînkirin ku sûrî be, ji ber ku li beşa 6’an a sûriyan cenazeyî wî hatiye dîtin.

Ji destpêka îsal ve li Kampa Holê 26 jin û mêr hatine kuştin, her wiha di hefteyekê de ev kesê 4’emîn e tê kuştin.

Di 25'ê Hezîranê de, cenazeyê jineke sûrî ya ji Humsê di beşa 6'an de serjêkirî hate dîtin,li heman beşê di 23'yê Hezîranê de cenazeyê jinekê ku bi guleyan hatiye kuştin, hat dîtin.

‎

Di 22'yê Hezîranê de jî li stada futbolê ya li beşa 3’yan a penaberên ji Iraqê cenazeyê jinekê hatibû dîtin. ‎

Her wiha di encama hewldanên kuştinê de, li kampê 14 jin û mêr birîndar bûn.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên sûrî, iraqî û biyanî tê ‎de ne. Nexasim çeteyên ku di Sibata 2019'an li Baxozê di Pêngava Bagera Cizîrê de xwe radestî ‎Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kiribû.‎

Kampa Holê ji 9 beşan pêk ‎tê, tê de 56 hezar û 97 kes hene, ji wan 29 hezar û 152 kes iraqî ne, her wiha 18 hezar û 863 kes jî sûrî ne. ‎

Hejmara jin û zarokên DAIŞ'ê yên biyanî jî digihêje 8 hezar û 100 kesî. Ew jî ji 54 nasnameyên biyanî ne û li beşa 9’an a “Muhacîrat” bi cih dibin.

Liv û tevgera şaneyên DAIŞ'ê û sûcên wê di kampê de zêde dibin, ew jî hemwextî gef û êrişên ‎dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Vê berbangê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk 2 erebeyên welatiyan li gundê Xaneserê yê li başûrê rojhilatê Dêrikê bombebaran kirin, balafireke din jî maleke welatiyan li Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Li kêleka wê jî topbaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên kantonên Şehba û Efrînê berdewam in. ‎

‏(dm)

ANHA