‘Cezayên li dijî Rêbertî, nîşaneya têkçûna li hember berxwedana gerîla ye’

Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê da zanîn ku “cezayên disîplînê” yên nû li dijî rêber Abdullah Ocalan nîşaneya têkçûna dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîla ye, her wiha însiyatîfê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe rabin û sînorekê ji binpêkirinên dewleta Tirk re deynin.

‘Cezayên li dijî Rêbertî, nîşaneya têkçûna li hember berxwedana gerîla ye’
27 hezîran, 2022   11:01
QAMIŞLO

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li ser malpera xwe têkildarî “cezayên disîplînê" yên nû ku desthilatên dewleta Tirk a faşîst li ser rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din heta 3 mehan ferz kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ev cezayên dîsîplînê yên ku ji aliyê rayedarên Tirk ve tên dayîn, rewşa xirab a Tirkiyê û krîza di hemû aliyan de (aborî, siyasî û civakî) nîşan dide. Li gel şikestinên ku li pêşberî berxwedana yekîneyên gerîlayên qehreman û gelê Kurd ê sekna xwe ya bi azadiya xwe ve girêdayî dibîne. Li aliyê din em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk li Îmraliyê bi Rêbertî re dikarin bên çareserkirin.

Rejîma Tirkiyê siyaset û pratîkekê ne weke dewleteke sazî û yasayî pêk tîne, ew hemû pîvan, yasa, destûr û heta yasayên xwe û yên navdewletî binpê dike û mînaka herî baş tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û cezayên dîsîplînê yên dubare dike. Ev jî rewşa nefret û têkçûna rejîmeke faşîst a bêbext nîşan dide.

Cezayên wiha dê bandorê li vîn û helwesta rêberê efsanewî û dîrokî Ocalan neke. Her wiha Wê nikaribe îradeya gelê me û têkoşîna wî ya rewa ji bo azadî, demokrasî, edalet û rûmetê têk bibe. Wê bi hevalên xwe re û di her cure demokrasî û hiqûqî de têkoşînê li her qadan mezin bike.

Em bang li hemû rêxistinên ewropî, mirovî û mafên mirovan dikin ku li hember van binpêkirinên derqanûnî û bêberpirsyarî erkên xwe pêk bînin.”

(fr)

ANHA