Li bajarokekî Babê bombeyek bi erebeya serçeteyekî de teqiya

Vê sibehê li bajarokê Qibasîn ê girêdayî bajarê Babê yê dagirkirî bombeyek ku di erebeya serçeteyekî de hatibû bicihkirin, teqiya.

Li bajarokekî Babê bombeyek bi erebeya serçeteyekî de teqiya
27 hezîran, 2022   07:34
 ŞEHBA

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ragihand ku li bakurê bajarokê Qibasîn ê Babê bombeyek ku di erebeya serçeteyekî girêdayî dewleta Tirk a dagirker de hatibû bicihkirin teqiya.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama teqînê de ji çeteyên dagirkeriya Tirk kuştî û birîndar çêbûne. Lê agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

(cx)

ANHA