​​​​​​​‘Yekitiya pêkhateyan dikare ji her êrişekê re bibe bersiv’

Jiyana hevbeş û yekitiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên dagirkeran ji bo têkbirina tevna civaka Sûriyê, bi bin xistin. Her wiha sekna li hember êrişên dagirkeriyê xurttir kir.

​​​​​​​‘Yekitiya pêkhateyan dikare ji her êrişekê re bibe bersiv’
27 hezîran, 2022   07:20
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk gef û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye didomîne. Li gel ku şêniyên herêmê jî hevgirtin û yekitiya xwe berdewam dikin û hewl didin destkeftiyên ku di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de bi dest xistine, biparêzin û aloziya Sûriyê bi rêya çareseriyên pêkan e, çareser bikin.

Beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hevgirtina wan û têgihiştina wan a encamên destwerdanên derve di welêt de, ji ber ku pişta xwe nadin tu hêzên derve, sekna wan li hember dagirkeran xurttir kir û planên derve têk birin. Hêza wan zêde kir ku bikarin herêmên xwe biparêzin û çareseriyên pêwîst ji aloziyê re bibînin.

Siyasetmedar Emar El-Musa piştrast kir ku hêza gel ji hevgirtin û yekitiya wan tê û hevgirtina gel hişt ku li hember aloziyê li ber xwe bide.

El-Musa destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa xwe de bi hevgirtin û yekitiya xwe bi ser ketin, di gel ku siyasetên şikandin û têkbirin li dijî wê dihat meşandin û êriş li dijî herêmê pêk dibatin. Her wiha piştrast kir ku di yekitiya pêkhateyên Sûriyê de serkeftin heye, ji ber ku welat xwedî civakeke hevgirtî ya xwedî dîrok û çanda têkil e.

El-Musa diyar kir ku piştî ku rewşa xwezayî ya pêkhateyên herêmê vegerî ku bingeha wê jiyana hevbeş e, êdî ne pêkane pêkhateyên herêmê ji hev bê cudakirin.

Têkildarî têkiliyên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de siyasetmedar û endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir got: “Yekitiya pêkhateyan û jiyana hevpar xwedî girîngiyeke dîrokî ye û xwedî rehendên siyasî û civakî ne. Gelê herêmê kurd, ereb û pêkhateyên din li seranserî serdeman me tu carî siyaseta neqebûlkirinê li dijî hev du nemeşandiye. Lê di sed salên dawîn de û piştî ku netewdewlet derket, pê re nakokiyên neteweyî derketin holê û bandora vê nakokiyê li ser jiyana civakî mezin bû.”

Rozelîn Bekir diyar kir ku siyaseta hikumeta Baasê zelal bû û bandorên wê yekser li ser Sûriyê û Iraq hebûn û got: “Her wiha di encama wan siyasetên neteweyî de rageşiyên civakî çêbûn, tevî ku gelê Rojhilata Navîn bi jiyana hevpar a di nava pêkhateyan de tê naskirin.”

Rozelîn Bekir diyar kir ku şaristaniya kevin her dem hewl dide ku têkiliyên civakî yê xwezayî di nava pêkhateyan de biparêze û got: “Li gel tevahî zextên derve û hundir min hewl da jiyana hevpar biparêzim."

Rozelîn Bekir pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerand kokên wê yên dîrokî ku bingeha wê şaristaniya demokratîk a li herêmê ye û wiha pê de çû: “Vê şaristaniyê bal kişand ser xwe piştî belavbûna fikir û felsefeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan.”

Têkildarî tiştên ku îro pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye li hev kom dikin, siyasetmedar Mihêdî Dixêm behsa têkiliyên kurdî-erebî kir û got: “Ji hezaran salan ve her du pêkahet bi hev re jiyane. Têkliyek li ser esasê zewacê, tevneke civakî ya çandî ye û bi dîroka jiyana hevbeş hevgirtî ne.”

Dixêm piştrast kir ku hevgirtina pêkhateyan û têkiliyên di navbera wan li Bakur û Rojhilate Sûriye de zemînek ji bo yekkirina nêrîn û fikrên hêzan ava kir da ku herêmê biparêzin û li hember destwerdanên derve û dagirkirinê bisekinin.

Dixêm destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê bi hevgirtina xwe di aloziya Sûriye de karîn tiştên mezin bi dest xistin û li hember êrişên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk sekînin û hevsengiya herêmê li gel nakokiyên navneteweyî li herêmê, parastin.

(dm)

ANHA