DAIŞ`ê êrişa li dijî şervanên Hêzên Senadîd girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê êrişa duh li dijî erebeyeke şervanên Hêzên Senadîd a li Xaçerêya Elî Axa ya gundewarên navçeya Til Koçerê pêk hatiye, girt ser xwe ku di encamê de 3 şervan şehîd bûbûn, 4 şervan jî birîndar bûbûn.

DAIŞ`ê êrişa li dijî şervanên Hêzên Senadîd girt ser xwe
27 hezîran, 2022   07:05
QAMIŞLO

Nûçegihana me duh li gorî agahiyên ji çavkaniyekî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Senadîd wergirtiye, ragihandibû ku 2 çeteyên li ser motorsîklêtekê êriş pêk anîne.

Duh çeteyên DAIŞ`ê êriş girt ser xwe.

Di encama êrişê de 3 şervan şehîd bûbûn û 4 şervan birîndar bûbûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li navçeya Dêrikê. Hin çavkaniyan jî diyar kir ku hejmara birîndaran 6 e.

Hêzên Senadîd heta vê kêliyê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.

(eh)

ANHA