Çekdaran êrişî Hêzên Senadîd kir, tê gotin şehîd û birîndar hene-HATE NÛKIRIN

Çavkaniyan ji nûçegihana me re ragihand ku 2 çekdaran êrişî erebeyeke veguhestina şervanên Hêzên Senadîd kirine, di encamê de 3 şervan şehîd bûn, 4 şervan jî birîndar bûn. Çavkaniyên din jî gotin, 6 şervan birîndar bûne.

Çekdaran êrişî Hêzên Senadîd kir, tê gotin şehîd û birîndar hene-HATE NÛKIRIN
26 hezîran, 2022   11:55
 QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji çavkaniyên Navenda Ragihandinê ya Hêzên Senadîd girtine, êriş îro li ser xaçrêya Elî Axa ya navçeya Til Koçer a girêdayî kantona Qamişlo, ji aliyê 2 çekdarên li ser motorsklêtekê ve pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişê de 3 şervanên Hêzên Senadîd şehîd bûne, 4 şervan jî birîndar bûne ku rewşa hinekan ji wan xeter e. Hate hînbûn ku birîndar rakirine nexweşxaneyeke Dêrikê.

Li gorî hin çavkaniyên din, hejmara birîndaran gihaştiye 6`an.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi lez berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

Heta niha têkildarî mijarê Hêzên Senadîd tu daxuyanî nedaye.

(cx)

ANHA