​​​​​​​Ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî tev li merasîma oxirkirina Ferhad Şiblî dibin

Di van kêliyan de ji seranserê bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan şênî ber bi bajarê Dêrikê ve diherikin da ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî bibin.

​​​​​​​Ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî tev li merasîma oxirkirina Ferhad Şiblî dibin
21 hezîran, 2022   12:24
QAMIŞLO

Bi hezaran pêkhateyên navçeyên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo yên kantona Qamişloyê, her wiha navçeyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak, Til Hemîs, Zirgan û Hesekê yên kantona Hesekê, her wiha şandeyên ji herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi bajarê Dêrikê ve diherikin.

Beriya çend kêliyan bi hezaran şêniyan bi karwanekî erebeyan berê xwe da bajarê Dêrikê da ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî bibin ku dê saet 16:00`an de li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bê lidarxistin.

Beşdaran wêneyên şehîd Ferhad Şiblî, yên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD`ê û alên saziyên sivîl, siyasî, civakî û jinan ên herêmê rakirine.

Ji saetên sibehê ve li bajarê Dêrikê şîn heye, dikanên li sûk û taxên bajêr bi temamî hatine girtin.

Îna borî (17`ê Hezîranê) balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li navçeya Kelar a Silêmaniyê erebeyek hedef girtibû, di encamê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ku ji bo dermankirinê çûbû Başûr, tevî 3 hevalên pê re şehîd bûbûn.

(cx)

ANHA