​​​​​​​Li herêma ewle ya Erdogan, tecawiz û kuştin bûyerên asayî ne

Dema ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îdia dike ku dixwaze herêmeke ewle li herêmên dagirkirî ava bike, li wan herêman bûyerên kuştin û Tecawizê li dijî jinan û zarokan rû didin. Ev yek asta êş û azarên li wan herêman rave dike. Gelo dê çawa herêmeke ewle li gel van sûcan ava bike?

​​​​​​​Li herêma ewle ya Erdogan, tecawiz û kuştin bûyerên asayî ne
21 hezîran, 2022   05:58
ŞEHBA-ELÎ GEDRO

dijî Asta kuştin û Tecawizê li jinan û zarokan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî ji Cerablusê heta Babê li bakur rojavayê Sûriyê û herêmên Serêkaniyê, Girê Spî zêde dibin. Civata navneteweyî jî çavê xwe li van sûcan girtiye.

Ev sûc, rastiya herêma ewle eşkere dike ku serokkomarê Tirk Erdogan hewl dide wê ava bike qaşo da ku milyonek penaberên sûrî yên li Tirkiyê vegerîne Sûriyê û li wê herêmê bi cih bike ku bûye çavkaniya kombûna çeteyên wê.

Herî dawî çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 12`ê Hezîranê de li bajarê Babê, Tecawiz li zarokeke 5 salî ya ji koçberên Humsê kir.

Çeteyê bi navê Mistefa Ebdurehman ê bi navê Xenûm tê naskirin ku rojnamegerê Feyleqa 3`yan a çeteyên Cebhet El-Şamiye ye Tecawiz li zaroka 5 salî kir.

Li kantona Efrînê jî, mîna van sûcan bêtir rû didin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 100 jin kuşt, zêdetirî hezar jin revand û Tecawiz li zêdetirî 50 jin hat kirin û zêdetirî 215 jin birîndar bûn.

Endama rêveber a Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Arzu Temo, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rûyê duyemîn ê çeteyên DAIŞ`ê bi nav kir ku yekser destekê ji Tirkiyê digirin. Her wiha îşaret bi rewşa jinan li herêmên dagirkirî kir û got: Rewşa jinan, qet ne baş e. dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane sûcan li dijî jinan li Efrînê pêk tînin, Tecawiz li wan dikin, dikujin û direvînin. Nabe ji Efrînê jî derkevin.

Arzû Temo wiha domand: Di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ku di bin erdê de hatine avakirin, jinên revandin rastî hemû cureyên îşkenceyê tên.

TIRKIYE BERPIRSA YEKANE YA SÛCÊN ÇETEYAN E

Endama rêveber destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker berpirsa yekane ya sûca Tecawizê ya li dijî zaroka 5 salî pêk hatiye.

Arzû Temo bang li gel kir ku li hember van sûcan rabin, bi taybet ku civata navneteweyî bêdeng e. Arzû teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker qanûnên NY`yê binpê dike û got: Dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê ne rewa ye.

Arzû Temo bang li rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku sûcên li dijî jinan û zarokan tên kirin, belge bikin û ragihînin raya giştî da ku rê li pêşiya pêkanîna van sûcan li herêmên dagirkirî bigirin.

Arzû wiha domand: Bi kijan heqî, dewleta Tirk zimanê xwe li ser wan herêman ferz dike, avahiyên mêtingeriyê ava dike, demografiya bajarekî diguhere ku bi pirrengiya civakî û jiyana hevbeş dihat naskirin.

Her wiha endama rêveber a Rêxistina Sara Arzû Temo daxuyand ku ew rêxistineke li dijî tundiya li ser jinan e û li hemberê tê dikoşe û wiha pê de çû: Em nikarin derbasî herêmên dagirkirî bibin. Em nikarin wan bûyeran belge bikin. Lê agahiyên der barê bûyerên li Efrîn, herêmên din ên dagirkirî rû didin mîna revandina jinan, kuştina wan û pêkanîna Tecawizê li wan, tên ber destê me.

Arzû Temo destnîşan kir ku gelek rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin, di nav de rêxistineke norwecî serdana Rêxistina Sara kir. Rêxistinê jî muzekereyeke têkildarî sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî pêk tên, radestî wan kir û ji wan daxwaz kir ku hesabê ji çeteyan bê xwestin. Rêxistinan jî soza ragihandina dengê jinan ji raya giştî re da.

'HERÊMA EWLE JI TECAWİZÊ Û KUŞTINÊ JINAN LI KU YE'

Der barê herêma ewle de ku Erdogan îdia dike li herêmên dagirkirî ava bike û sûcên li dijî şêniyan li wan herêmên bi taybet li dijî jinan pêk tên, endama Koordînasyona Kongra Star Şirîn Hesen got : Gelo ewlehiya ku Erdogan behsê dike li ku ye. Gelo bi kuştina jinan li Babê, Tecawizkirina li zarokeke 5 salî ev ewlehî pêk tê. Ev delîl e ku ewlehî li wan herêman tune ye.

Şirîn Hesen destnîşan kir ku Koordînasyona Kongra Star hewl dide sûcên dagirkeriya Tirk bi rêya belgekirina wan sûcan û ragihandina wê ji raya giştî û aliyên têkildar re, eşkere bike.

`GEL PROJEYA MÊTINGER QEBÛL NAKE Û DIXWAZE HER YEK VEGERE MALA XWE`

Şirîn Hesen teqez kir ku gel projeya Erdogan a vegerandina penaberên li Tirkiyê ji Sûriyê re, bi cihkirina wan li herêmên dagirkirî, red dike û ev yek di xwepêşandanên li herêmên cuda yên dagirkirî diyar bû, gel dixwaze her yek vegere mala xwe.

Di dawiyê de Şirîn Hesen got: Erdogan bi rêya dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê, hewl dide projeya pêşiyên xwe yên osmanî û Mîsaqî Millî pêk bîne.

(şx)

ANHA