Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî merasîma sersaxiyê li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan kona sersaxiyê yê şehîd Ferhad Şiblî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vegirt.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî merasîma sersaxiyê li dar xist
20 hezîran, 2022   13:22
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê  konê ‏sersaxiyê yê  cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî vegirt. Ferhad Şiblî tevî 3 hevalên xwe di encama êriş balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de di 17’ê vê Hezîranê de li Kelarê ya Silêmaniyê şehîd bûn.

Konê sersaxiyê li qada şehîdan  a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat vedan. Her wiha nûnerên partiyên siyasî û sivîl, komîn û bi sedan şênî tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de, endamê rêveber ê Meclisa Giştî Îsa Mistefa, li ser navê Kongra Star Sultane Mihemed, li ser navê Meclisa Heleb a Partiya Sûriya Pêşerojê seroka şaxê partiyê a Helebê Xalîde Ebdo û li ser navê Meclisa Mabatên Şehîdan Remziye Salih axivîn.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Şiblî re xwest û soza tolhilanînê ji dagirkeriya Tirk û hevkarên wê û yên ku îxanetê li doz û gel dikin, da.

Axêveran destnîşan kir ku têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî li seranserî Bakur û ‏Rojhilatê Sûriye ji Efrîn heta Eyn Dîwarê deng veda. Şehîd Ferhad li ser hemû astan sembola mirovê şoreşger ê li berjewendiya gel û welatê xwe difikirî û jiyana xwe ji bo azadiyê û demokrasiyê borand.  

Di dawiyê de axêveran piştrast kir ku pêwîst e li ser şopa şehîd Ferhad û şehîdên azadiyê bê meşandin heta bigihêjin welatekî azad û demokratîk li ser bingeha neteweya demokratîk.

Di dawiyê de beşdaran sersaxî da Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê

Têkoşer Ferhad Şiblî çend salan li Heleb û Efrînê xebitiye, roleke mezin di ‏birêxistinkirina şêniyan û nasandina maf û rêbazên têkoşînê li dijî dagirkeran de lîstiye. ‏

(dm)

ANHA