​​​​​​​Li Minbicê jî konê Fezet Eşair hate vegirtin

Bi dirûşma “Şêx û rûspiyên Minbicê bi meclisa xwe ya leşkerî re li dijî gefên Tirkiyê hevgirtî û piştevan in” çalakiya konvedanê ya Fezet Eşair li Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hate vegirtin.

​​​​​​​Li Minbicê jî konê Fezet Eşair hate vegirtin
20 hezîran, 2022   11:46
MINBIC

Di çalakiya konvedanê ya li qada dibistana Xesaniyê ya li rojhilatê bajêr de rûspî û şêxên eşîran, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê amade bûn.

Çalakiyê bi axaftina li ser navê eşîrên Benî Seîd, ji hêla şêx Îbrahîm El-Şelaş ve, dest pê kir. El-Şelaş wiha got: "Em îro bi sekneke serbilind û birûmet li vir in û tevî birayên xwe yên eşîrên din sekinîne. Em bi hev re bi meclisa xwe ya leşkerî û QSD’ê re ku em ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, disekinin. Em bi wan re di yek xendekê de li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne."

El-Şelaş destwerdana dewleta Tirk a li xaka Sûriyê şermezar kir.

Li aliyekî din jî berdevkê şêx û rûspiyên Minbicê, şêx Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî û wiha got: "Em li dijî êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bi meclisa leşkerî re ne. Fezet Eşair a li Minbicê nîşaneya yekitiya eşîr û hevgirtina bi hêzên leşkerî re ye."

El-Isêdî di dawiyê de da zanîn ku berjewendiyên Erdogan ên dagirkirina Sûriyê hene, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em li dijî Mîsaqî Millî ne ku Erdogan dixwaze li herêmê pêk bîne.”

Tê payîn çalakiyên konvedanê yên Fezet Eşair heta sibê berdewam bikin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê di 14’ê vê mehê de li Reqayê bi navê "Fezet Eşair" çalakiyeke konvedanê li dar xist. Ew çalakî ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û 3 rojan berdewam kiribû.

(fr)

ANHA