Ciwanên herêma Firatê: Şerê gerîla şerê hebûna gelên herêmê ye

Ciwanên herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK`ê li hemberî Kurdan û doza kurdî şermezar kirin.

Ciwanên herêma Firatê: Şerê gerîla şerê hebûna gelên herêmê ye
19 hezîran, 2022   11:56
KOBANÊ

Li deriyê ketina bajarê Kobanê yê li başûrê bajêr li ser rêya Helebê, ji aliyê endamê rêveberiya Odeya Yekitiya Mamosteyan a herêma Firatê Basil Bozo ve, bi amadebûna ciwanan û endamên Odeya Yekitiya Mamosteyan a girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de xiyaneta PDK`ê li hemberî gelê Kurd û doza kurdî ya bi rêya hevbeşiya di êrişên li dijî hêzên gerîla de li kêleka artêşa Tirk a dagirker, hat şermezarkirin.

Hate teqezkirin ku gelên herêmê deyndarê gelê Kurd e, ji ber ku bi saya şoreşa ku pêşengtî jê re kiriye gelek destkeftî hatin bidestxistin û li djî sîstemên faşîst bi ser ketin û hate gotin: “Ji lewra divê gelên herêmê deyn vegerînin û di şerê dîrokî yê gelê Kurd li dijî van sîsteman de piştevaniyê bidinê.”

Her wiha bal li ser piştevanên êrişkarên çiyayên Kurdistanê hate kişandin û hate diyarkirin ku armancên wan yek e ew jî kontrolkirina cografiya herêmê ye ji ber ku ev herêm li pêş planên wan dibe asteng.

Ciwanan bang li gelên herêmê kir ku piştevaniya gerîla bikin û gotin: “Şerê gerîla şerê hebûna gelên herêmê li dijî sîstemên zordest e.

ANHA