Parlamenterekî iraqî: Destwerdana Tirkiyê li Iraqê dozeke neteweyî ya Iraqê ye

Endamê Komîteya Karê Derve ya Parlamantoya Iraqê bang li hikumeta navendî kir ku li dijî destwerdana dewleta Tirk tev bigere, ji ber ew yek dozeke neteweyî ye û ewlehiya welat bin pê dike.

Parlamenterekî iraqî: Destwerdana Tirkiyê li Iraqê dozeke neteweyî ya Iraqê ye
15 hezîran, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Karê Derve ya Parlamantoya Iraqê Mûsena Emîn ji Rojnews re got: "Çareserkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser bakurê Iraqê, ji hêla hikumeta navendî û saziyên wê ve ye, ne ji Wezareta Derve ve ye. Hikuemta navendî berpirsa hemû êrişên dewleta Tirk ên li Iraqê ye."

Emîn da zanîn ku meclisa parlamantoyê û komîteya karê derve gelek caran êrişên dewleta Tirk ên li dijî bakurê Iraqê şermezar kirin û hêvî dikin ku hikumet girîngiyê bide dosya tirkî-iraqî.

Emîn hemû êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Başûrê Kurdistanê red kirin û got: "Divê hikumeta navendî mudaxeleya dosya tirkî bike, ji ber ku dozeke neteweyî ye û girêdayî ewlehiya welat e."

(eh)