Saziya oldaran a Efrîn û Şehbayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Saziya oldaran a Efrîn û Şehbayê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Divê heta kêliya dawî parastina xak û namûsê were kirin."

Saziya oldaran a Efrîn û Şehbayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
15 hezîran, 2022   10:09
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziya oldaran a Efrîn û Şehbayê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê kom bûn û li ser gefên dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek da.

Endamê saziyê Mehmûd Kamil daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xwedê di pirtûka pîroz de gotiye, misliman biran e û wiha dewam kir: "Nabe bira birê xwe bikuje, me tu kes nekuştiye isbata vê yekê jî mozaîka li vî welatî ye. "

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em li Şehbayê û bakurê Sûriyê kiryarên derexlaqî yên artêşa Tirk ên destpêkirina operasyonên leşkerî li herêmên me yên biewle, şermezar dikin û ji dagirkerî û çeteyên wê re dibêjin, ger we ev kiryar pêk anî em ê parastina xak, ol û gelê xwe bikin."

(eh)

ANHA