Li Babê çeteyan zaroka 5 salî tecawiz kir

Li bajarê Babê yê dagirkirî, çeteyekî zarokeke 5 salî ya ji koçberên Humsê tecawiz kir, li ser wê yekê şerekî dijwar derket.

Li Babê çeteyan zaroka 5 salî tecawiz kir
12 hezîran, 2022   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, şerên dijwar di navbera çeteyên 'Polîsên leşkerî' û çeteyên 'Polisên sivîl' ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li aliyekî û koçberên ji Humsê li aliyekî din de rû dide.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî ku çeteyekî zarokeke 5 salî ya ji koçberên Humsê tecawîz kir, ev şer derket.

Hûrgiliya bûyerê wiha ye; çeteyê bi navê Mistefa Ebdurehman ê bi navê Xenûm tê naskirin û li cem Feyleqs 3'yan a girêdayî çeteyên El-Şamiye rojnamevan e zarokeke 5 salî tecawîz kir.

Şêniyên herêmê bi taybet xizmên zarokê ji ber vê bûyerê bi hêrs in. Di encamê de şer di navbera çekdarên ji Humsê li aliyekî û çeteyên 'Polîsên leşkerî' û çeteyên 'Polisên sivîl'  li aliyekî din derket.

Li gorî agahiyan,  li bajêr şer berdewam e. Tê gotin birîndar hene.

(şt)

ANHA