Malbatên gerîla: Em rê nadin PDK`ê ku şer bigihîne astên nû

Malbatên gerîla destnîşan kirin ku li dijî planên dawî yên PDK'ê yên li dijî kurdan ew ê piştgiriya zarokên xwe bikin.

Malbatên gerîla: Em rê nadin PDK`ê ku şer bigihîne astên nû
8 hezîran, 2022   23:38
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Di 6'ê Hezîranê de Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê hişyarî da ku PDK xwe amade dike ku tevlî 'şerê dîrokî' yê di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirk de bibe û bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi erk û berpirsyarî rabin û pêşî li êrişeke bi vî rengî bigirin.

Di daxiyaniyê de HPG`ê wiha got: " Li gorî daxuyaniya rayedarekî PDK'ê ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî, daxuyaniya Waliyê Duhokê û li gorî hin agahiyên îstîxbaratî yên gihîştine ber destê me, hêzên PDK'ê amadekariyan dike ku dest li vî şerê stratejîk ê navbera me û dewleta Tirk werde."

HPG'ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi metirsiya mezinbûna şer kir û got, ev rewş wê were wê wateyê ku PDK piştgiriya heta niha dide dewleta Tirk bigihîne asteke bilind.

HPG'ê ev tevger wek "destpêka pêvajoyeke nû ku ew napejirînin" bi nav kir û bang li hemû welatparêzên Kurdistanê kir ku rê nedin PDK'ê derbasî astên bilindtir a dijminatiya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re nebe.

Malbatê gerîla yên Rojavayê Kurdistanê xwedî li bangewaziyên HPG'ê derketin û şerê dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê destekdayîna xwe ya ji bo HPG'ê bidomînin.

Sîham Elî ku dayika 2 gerîlayên HPG'ê ye "Arîn Mîrkan û Ceger Dirbêsiyê" yên ku di sala 2019'an de tev li hêzên gerîla bûne, got: "Em hêza xwe ji HPG'ê digirin, wek çawa ew jî hêza xwe ji me digirin. Em hevdu temam dikin, ji bo em li dijî dagirkerên Kurdistanê bisekinin."

Her wiha Sîham Elî anî ziman ku êrişên li ser hêzên HPG'ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê ve, êriş li ser kurdan û gelên Kurdistanê bi giştî ye û wiha domand: "Hêzên gerîla keç û xortên me ne ku di oxira parastina mafên gelan de canê xwe feda dikin."

Her wiha Sîham Elî destnîşan kir ku di encama komployeke navneteweyî de ku di serî de dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî hene, HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê tên hedefgirtin. Sîham Elî wiha pê de çû: "Dijminên gelê Kurd pir in. Ev êriş li dijî fikr û felsefeya gerîla ye û armanc jî têkbirina vîna wan e.”

Di dawiya axaftina xwe de, Sîham Elî diyar kir ku ew destekê didin HPG'ê û got: "Em destekê didin gerîla û heta pêkanîna armancên xwe em ê li ser şopa wan bin."

Her wiha Necwa Ebas ku dayika 2 gerîlayên HPG'ê Hogir Dirbêsiyê û Xebat Cûdî yên di 2011`an û di 2013'an de tev li gerîla bûne, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan, gerîla tune bike da ku gelên Kurdistanî biçewsîne, lê em rê nadin vê yekê."

Necwa Ebas anî ziman ku ji bo gel mafên xwe bi dest bixe divê ew tenê xwe bispêre xwe û wiha pê de çû: "Gelên ku dixwazin mafên xwe bi dest bixin divê xwe bispêrin xwe, xwe nespêrin dewlet û aliyên din ên ku tenê li pey berjewendiyên xwe ne."

Her wiha Necwa Ebas teqez kir ku divê destek ji hêzên gerîla re were dayîn, di serî de jî Rojava, bi rêya lidarxistina çalakiyan, ji ber ku şerê ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime, şerê hebûn û tunebûnê ye.

Der barê heman mijarê de, Bêrîvan Şêx Dawûd ku xwişka Sîlva Çiya û Bêrîtan Çiya yên di salên 2010 û 2015'an de tev li gerîla bûne, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Gerîla bi îradeya xwe û moralê xwe yê bilind şerê dijmin dike ji ber ku ew ji bo doz û mafên gelan ve şer dikin."

Bêrîvan Şêx Dawûd di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê destekê bidin HPG'ê û got: "Em tev bi gerîla re ne, hêza mirovahiyê ya ku ji bo gelên bindest ên ku mafên wan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve di serî de dewleta Tirk a dagirker ve hatine binpêkirin, şer dikin."

ANHA