Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê

Vê êvarê meşa dirêj ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistiye, gihaşt navçeya Tirbespiyê.

Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
30 gulan, 2022   18:52
QAMIŞLO

Vê sibehê meşa dirêj a ciwanan ji Qamişloyê ber bi Dêrikê ve dest pê kir.

Di meşê de bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Ciwanên PYD’ê, Yekitiya Jinên Ciwan ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî bûn. Vê êvarê ciwan gihaştin Tirbespiyê, şêniyên navçeyê li têketina rojavayê navçeyê ciwan pêşwaz kirin û beşdarî meşê bûn.

Meş li çerxerêya Azadî ya bakurê navçeyê rawestî, li wir ciwanan dîlan di ber stranên şoreşgerî re gerandin.

Sibe meşa dirêj a ciwanan ber bi Girkê Legê ve diçe.

(fr)

ANHA