Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Divê dewletên garantor erkên xwe li hember êrişan pêk bînin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî hedefgirtina erebeyeke sivîl li nêzî gundê Sêgirka ya Qamişlo ku di encamê de welatiyek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn, her wiha êrişên dagirkeriyê li ser herêmê, da zanîn ku pêwîst e dewletên li herêmên garantor in bi erkên xwe rabin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Divê dewletên garantor erkên xwe li hember êrişan pêk bînin
30 gulan, 2022   18:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov erebeyeke sivîl li nêzî gundê Sêgirka yê Qamişlo berêvara 30’yê Gulanê hedef girt, di encamê de welatiyê bi nave Kîsra Melik şehîd bû û 3 welatiyên din ji nav wan jinek birîndar bûn. Navên hatine naskirin Mihemed Bîlal Remedan û Bîlal Remedan in.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên hedefgirtina ewlehî û aştiya şêniyên herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hemû rêbazan berdewam dikin, ji topbarana bêserûber, hedefgirtina bi rêya balafirên bêmirov. Em piştrast dikin ku pêwîst e dewletên garantor li beramber van êrişan berdewam bi erkên xwe rabin."

(fr)

ANHA