​​​​​​​Gundê Til Kêfcî jî tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Til Temirê zêde kirine. Gundê Til Kêfcî jî tê topbarankirin.

​​​​​​​Gundê Til Kêfcî jî tê topbarankirin
28 gulan, 2022   18:50
HESEKÊ

Hêzên dagirker êrişên xwe li ser Til Temirê zêde kirine. Piştî gundê Xêbiş, gundê Til Kêfcî yê asuriyan tên topbarankirin.

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Xêbiş ê navçeya Til Temirê de şervanê Meclisa Parastina Xabûrê Kados Til Temir (23) birîndar bû.

ANHA