​​​​​​​Ji ber topbarana li ser navçeya Zirganê agir bi mala welatiyekî ket

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Zirganê de agir bi mala welatiyekî ket.

​​​​​​​Ji ber topbarana li ser navçeya Zirganê agir bi mala welatiyekî ket
28 gulan, 2022   18:32
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navenda navçeya Zirganê ya ser bi kantona Hesekê ve bi dijîwarî topbaran dikin.

Di enacama topbaranê de agir bi mala welatiyê bi navê Casim Receb ket.

Rojane navenda navçeya Zirganê ji aliyê artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin.

ANHA