Partiyên MSD'ê: Herêma 'Ewle" tê wateya vejandina DAIŞ'ê û qutkirina Sûriyê

Partiyên di bin sîwana MSD'ê de, diyar kirin herêma "ewle'' ya ku Erdogan behsa wê dike tê wateya geşkirina çeteyên DAIŞ'ê û parçekirina xaka Sûriyê.

Partiyên MSD'ê: Herêma 'Ewle" tê wateya vejandina DAIŞ'ê û qutkirina Sûriyê
28 gulan, 2022   14:07
KOBANÊ

Bertekên li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de partiyên di bin sîwana Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Nîvîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Rûken Elûş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk hewl dide cîhanê şantaj bike, carê bi rêya aloziya penaberan  û hin caran bi rêya nedana endamtiya NATO'yê ji bo hin dewletên Ewropayê. Dewleta Tirk bi van nêzîkatiyan armanc dike ku raya giştî ya cîhanê şantaj bike da ku siyasetên xwe yên derve pêk bîne û penaber û cîhadîstan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bike, di encamê de guhertineke demgorafîk û qirkirineke entîkî li hemberî gelên herêmê, nexasim Xiristiyan, Êzidî, Kurd û Ermen pêk bîne. Di demên dawî de êrişên xwe jî zêde kirine, gundên sînorî bi çekên giran topbaran dike da ku şêniyên wê yên resen bide koçberkirin û `herêma ewle' mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike. Her wiha da ku cîhadîstên ji tevahî cîhanê bîne û DAIŞ'ê careke din zîndî bike, di heman demê de da ku beşên din ji xaka Sûriyê qut bike. Ev hemû li dijî biryara navneteweyî ya 2254'an e.

Em partiyên MSD'ê yên herêma Firatê dibînin ku têgeha herêma ewle ya ku Erdogan behsa wê dike, tê wateya vejandina şaneyên cîhadîst e, nemaze ku herêmên dagirkirî ji Serêkaniyê heta Efrînê bûne jêdera aloziyan. Derbarê bûyera li girtîgeha Xiwêran de jî eşkere bû ku ev buyer ji aliyê odeya çalakiyan vey a di bin rêveberiya MÎT a Tirk û çeteyên li Serêkaniyê de hatibû plankirin.

Piştî ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê cezayên Qanûna Qeyser li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rakir, êrişên Tirkiyê zêdetir bûn, ji ber rakirina van cezayan dê herêmê ber bi istîqrareke aborî û siyasî ve bibe.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî, dewletên garantorên lihevkirinên bi Tirkiyê re dikin ku êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, rê li ber projeya herêma ewle ya ku Erdogan îdia dike, bigirin, aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî û diyalogên sûrî çareser bikin da ku sûriyeke demokratîk, nenavendî were avakirin ku yekitiya Sûriyê bi hemû pêkhate û gelên wê biparêze. "

Partiyên di bin sîwana MSD'ê de ev in: Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S), Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriya, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî).

ANHA