Medyaya Rûsyayê: Dewleta Tirk Efganan tev li şerê li Ukraynayê dike

Çavkaniyekî dîplomatîk eşkere kir ku şandeyên derve yên dewleta Tirk li Îranê, li gorî perspektîfên Enqereyê, Efganên li Îranê li rex hikumeta Kîevê bi kar tînin.

Medyaya Rûsyayê: Dewleta Tirk Efganan tev li şerê li Ukraynayê dike
27 gulan, 2022   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa RIA Novosty a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî dîplomatîk, şandeyên derve yên dewleta Tirk ên li Îranê li gorî perspektîfên Enqereyê Efganên li Îranê bi kar tînin ku li rex hikumeta Kîevê şer bikin.

Heman çavkanî diyar kir ku ji bo ku ew Efgan derbasî Tirkiyê bibin û piştre biçin Ukraynayê, alîkarî ji wan re tê dayîn û belgeyên pêwîst jê re tên amadekirin.

(şx)