Artêşa Tirk 3 gundên Til Temirê topbaran dike

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Til Tawîl, Tawîle û Siker El-Iheymir ên li rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dike.

Artêşa Tirk 3 gundên Til Temirê topbaran dike
27 gulan, 2022   12:26
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Tawîl ê Suryanan, Tawîle û Siker El-Iheymir ên li rojavayê Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Her wiha diyar kir ku ji ber topbaranê zirarên mezin gihaştine mal û milkên welatiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gundê Siker El-Iheymir girekî dîrokî heye.

(şx)

ANHA