Malbatên şehîdên Idlibê polîtîkayên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Idlibê bi amadebûna dayik û hevserên şehîdên Idlibê, li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, çalakiyek li dar xist.

Malbatên şehîdên Idlibê polîtîkayên dewleta Tirk şermezar kirin
21 gulan, 2022   13:59
REQA

Çalakî bi diruşma "Fedekariyên şehîdên me sembola berxwedanê ne" li ber avahiya Meclisa Kesk a Idlibê ya bajarê Reqayê hate lidarxistin.  Di çalakiyê de pankartên; hilweşe dagirkeriya Osmanî, bijî berxwedana gelan, bese ji bêdengiyê re, girtiyên sûrî tên qetilkirin, îşkencekirin û tecawizkirin, em bicihkirina penaberan naxwazin, em vegera bi garantiya navneteweyî dixwazin, hatin vekirin.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Nahid Nehas daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hemû cagoriyên azadiyê hatin bibîranîn û ev hate destnîşankirin: "Wekî hûn dizanin di rojên dawî de yên ku em tê re derbas bûn, di dîroka gelê Sûriyê û têkoşîna me de  tijî berxwedan bû. Dewleta Tirk a dagirker hîn jî tundirîn rêbaz û qirkiria etnîkî dimeşîne û mafên rewa yên gelê Kurd û hemû gelê herêmê înkar dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van sûcan ji hovîtrîn dewletên mafên mirovan bi din dike û li cîhanê tundirîn alavên qetilkirinê bi kar tîne, isbata vê yekê jî rewşa Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengal e. Bi van êrişan hewl dide vîna gelên baweriya xwe bi projeya demokratîk û biratiya gelan anîne, bişkîne.

Her wiha bal hate destnîşankirin ku rejîma Tirk aloziya Sûriyê kûrtir dike, şer derxîne û nasnameya herêmên resen îmha dike, şêniyan koçber dike, parçebûna civakî û çandî li hundirê Sûriyê pêk tîne û hîna jî terorê hembêz dike ku dîroka wê bi sûc, qirkirin û qetilkirina sivîlan pêk tîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ji xaka Reqa, xaka berxwedan û dayînê, em her tim dibêjin çawa me DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst têk bir, em bi israr in ku planên Erdogan û siyasetên wî yên terorî yên li hemberî tevahî gelên herêmê têk bibin. Em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe yên pîroz biparêzin, em ê yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî her êrişeke li ser rûmet, azad, xak û mîrateya şehîdên me bisekinin.

Li ser vî esasî, em dayik û malbatên şehîdan û bi rêya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, di demekê de ku em êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin, em bang li gelên herêmê dikin ku bi hevgirtin û xebateke hevpar li hember armanc û niyetên dewleta Osmanî ya nû û b xurtkirina yekitiya navxweyî, erka niştimanî pêk bînin û li hemberî siyasetên nîjadperastî û olperastî bibin bend."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan hatin kirin ku li hemberî van êrişan bi erêka xwe ya mirovî û exlaqî rabin, biryara 2254 a NY`yê ji bo bidarîkriina aloziya Sûriyê pêk bînin, her wiha qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

(eh)

ANHA