Projeya "Çîroka Xaka Zeytûnê" bi dawî bû

Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Efrînê bi koordîneya Komîna Xênexêziyê ya herêma Efrînê dawî li projeya tabloya 58 metreyan anî. Naveroka tabloyê berxwedana şêniyên Efrînê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û koçberiya şêniyan li Şehbayê ye.

Projeya "Çîroka Xaka Zeytûnê" bi dawî bû
Projeya "Çîroka Xaka Zeytûnê" bi dawî bû
Projeya "Çîroka Xaka Zeytûnê" bi dawî bû
Projeya "Çîroka Xaka Zeytûnê" bi dawî bû
Projeya "Çîroka Xaka Zeytûnê" bi dawî bû
17 gulan, 2022   14:29
ŞEHBA

Proje bi navê "Çîroka Xaka Zeytûnê" 1'ê Adara îsal dest pê kir, tê de 15 wênesazên Efrînê cih girtin. Wêne li ser 4 qonaxan hat xêzkirin, ew jî Efrîn dema di bin sîwana Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a pêkhatyên herêm de  bû.

Qonaxa duyem, têkildarî êrişa dagirkeriyê bi duyemîn artêşa bi hêz a NATO'yê, komkujiyên ku çêbûn û li hember wê berxwedana dîrokî ya şêniyên Efrînê bû.

Qonaxa sêyemîn rewşa şêniyên Efrînê piştî koçberiyê û girêdana wan bi berxwedanê li nava malên nîv kavilkirî û konan û rakirina nîşana serkeftina li hember planên dagirkeriyê.

Qonaxa çaran jî rewşa Efrîn piştî dagirkirinê û vegera şêniyên wê ye. "

Xêzkirina wêne 58 rojan dewam kir, li gor rêvebirê projeyê Egîd Xelîl, ew ê îro saet 5'ê êvarê wêne li kampa Berxwedan bi beşdariya bi hezaran şênî pêşanbidin.

Egîd Xelîl got:"Me xwest bi vê projeyê berxwedana şêniyên Efrînê û redkirina wan ji siyasetên dagirkriyê derxînin pêş û ji civka navneteweyî re teqez bikin ku tevî sûcên dagirekeriyê ew ê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin."

Xelîl di dawiyê de teqez kir ku ew ê wêne li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin pêşandan.

(şt)

ANHA